Fermandar Hêjar Zozan got, “Çalakiyên YJA Starê ne tenê li Heftanînê bûn. Li Xerzanê, Botanê, Zagrosê û gelek cihên din hevalê jin bi xurtî tevlî çalakiyan bûn. Ji aliyê profesyonelbûna hevalên jin ve îsal pêngavên gelekî cuda yên taktîkî pêş ketin.”
Ji fermandarîya YJA Starê Hêjar Zozan ku tevlî civîna Konseya Fermandariyê ya HPG’ê bûy, di derheqê pratika YJA Starê û armanca sala 2021 de hevpeyvînek
Bi ajansa anf re çêkir.
Zozan diyar kir ku YJA Starê bi çalakiya Sema Koçer a li Serhedê dest bi sala 2020’î kir û got, “Vê çalakiyê nîşan da ku sal wê bi çi rengî derbas bibe û Hevala Sema sala têkoşînê da destpêkirin.”
“HEVALA SEMA SALA TÊKOŞÎNÊ DA DESTPÊKİRİN”
Fermandara YJA Star’ê Hêja dîyarkir ku di civîna Konseya Fermandariyê ya HPG’ê de pratika salekê çawa hat nirxandin, pratika YJAStar jî bi heman Nirxandinên xurt û berfireh hat destgirtin û wiha bal kişand ser pêşenhîya gerîlayê jin; “di sala 2020’î de milîtanên YJA Starê di şer de bi rola xwe rabûn û Pêşengên mîna Sema Koçer, Esmer û Zelal derketin holê. Salê bi çalakiya serhedê ya hevala Sema Koçer dest pêkir. Hevala Sema, sala têkoşînê da destpêkirin. Piştre li Heftanînê pêvajoyeke şer dest pê kir. Di Cenga Heftanînê de hevalên jin bi rola pêşengiyê rabûn. Bi taybetî yekîneya xweser a bi fermandariya hevala Esmer bandoreke xurt kir û li Heftanînê bi lehengî şer kir. Ji bo her kesî bû çavkaniya sûdwergirtinê. Bi taybetî li qada Serhildanê pêşketinên girîng çêbûn.”
“EV ÇALEKÊ DİVÊ WEK TOLHİLDANA JİNÊ BÊ NİRXANDİN”
Zozan da dîyarkirin ku çalekîyên gerîlayên jin yên di salê de pêşketîn, heman deme ji bo tolhildana êrişa li ser jinê bû û gotinên xwe wiha bi lêv kirin; “Di vê salê de gelek çalakiyên hevalên jin pêk hatin û divê ev çalekî wek tolhildana jinê bên nirxandin. Ji ber ku dewleta Tirk a faşist li Kurdistanê, jin hedef girtin û teybet êrişî jinên ciwan kirin. Dest avêtin keç û zarokan. Ev çalakî di heman demê de hilanîna tola wan e. Lewma di bilindkirina têkoşînê û lidarxistina çalakiyan de roleke xwe ya diyarker heye.”
Hêja destnîşan kir ku çalekîyên YJAStar ê ne tinê li heftanînê, li her deverên gerîlan, pêşengîya şer kiriye û wiha pêda çû; “Bi taybetî hevala Doga Zîlan hem bi rengê fedayî hem jî ji aliyê taktîkî ve di şerê hewayî ve bû pêşenga gerîla û bandoreke mezin kir. Ev hevalên me, bi pêşengê ya xwe mîrateyê serkeftina azadîyê ji me re dihêlin. Li ser vê bingehê di civîna me de jî asteke xurt hate bidestxistin. Di bingeha vê danhevî û tecrûbeyê, wezîfe ya ku di sala 2021’ê dikeve pêşîya me ewe ku divê em bi roleke mezin rabin û bi xurtî tevlî bibin.”
Fermandara YJAStar’ê Hêja, dîyar kir ku piratîka heyê ne têrkere û ev yeke jî li hember rewşa ku Rêber Apo têde mijara reqnedayînê ye û destnîşan kir ku di vê civînê de Biryardayin a bilinkirina tekoşînê hat dayîn û wê ev biryar mohra xwe li sala 2021’ê bixe.
Ji fermandarîya YJA Starê Hêjar Zozan di davîya axiftina xwe de bang li jinên ciwan kir û wiha got; “ YJA Star beriya her tiştî hêzeke jinan e. Li ku derê êriş li dijî jinê bê kirin, YJA Star wê li derê jinê diparêze. Heta ji destê me bê em ê vê yekê hîn bi xurtî pêk bînin. Lê belê divê jin ên ciwan jî hîn bêhtir tevlî nava refên gerîla bibin. Ji bo xwe xurt bike û li dijî êrişên faşîzmê bikaribe xwe biparêzi. Faşizm teybet êrişê kes û miletên bê parastin dike û divê jin jî bizanibe ku parastina wê ya cevherî YJAStar’e. Lewma eger jin xwe bi parastina xwe ya cevherî pêş bêxe ti hêz nikarin êrişê jin bikin. Ji bo vê jî bang li jin ên ciwan dikim ku tevlî nava refê YJA Starê bibin.”