5 rojnamevan û aktivîstên Behdîna ku ji aliyê PDK`ê ve hatine girtin û 6 sal ceza li wan hatiye birîn, di girtîgeha Hewlêrê de dest bi greva birçîbûnê kirin.
Her 5 rojnamevan û aktîvîstên Behdîna ku berî 6 mehan ji aliyê asayişa PDK`ê ve hatibûn dîlgirtin, Dadgeha Hewlêrê 16’ê Sibatê 6 sal cezayê girtîgehê li wan birî.
Navên rojnamevênên li girtîgehê wiha ne:
Şêrwan Şêrwanî, Umêd Seîd, Guhdar Zêbarî, Eyaz Kerem û Harîwan Îsa
Li gorî ajansa Rojnews’ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyeke taybet, roja Şemiyê her 5 girtiyên ji Behdîna, li dijî xirabiya cih, xwarin, danûstandina xirab ya berpirsên girtîgehê û zextên derûnî dest bi greva birçîbûnê kirine.