Siyasetmedarên Kurd yên Rojava gotin, divê ENKS dewleta tirkî dewleteke dagîrker bi nav bike, da ji bo yekîtiya neteweyî ya kurdî gav werin avêtin.
Siyasetmedarên Rojava diyar kirin ku gavên destpêkê yên ji bo serxistina insiyatîfa yekîtiya kurdî ew e ku ENKS dev ji hişmendiya xwe berde û dewleta tirkî dewleteke dagîrker bi nav bike.
Serokê Yekîtiya Lîberal ya Kurdistanê Ferhad Têlo got, ji destpêka 2011`an heta roja îro sedema serneketina insiyatîfa yekîtiya kurdî ew e ku serokên partiyan berjewendiyên xwe di ser berjewendiyên gelê Kurd re digirin û ya herî girîng ew e ku biryarên pirraniya partiyan ne di destên wan de ne.”
Têlo da zanîn ku sedema serneketina yekîtiya kurdî, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ye ku her carê şertên nû derdixe.
Endamê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Faris Osman jî tev li nêrîna Ferhad Têlo bû ku partiyên siyasî yên kurdî divê dev ji berjewendiyên xwe yên kesayetî berdin û ji bo xizmeta gelê Kurd tev bigerin. Her wiha da zanîn ku hêviya wan bi tevgera siyasî heye ku di vê qonaxa hestiyar de yekîtiya kurdî ava bike.
Çalakgera siyasî Leyla Siwar jî da zanîn ku dewleta tirkî ya dagîrker isbat kir ku hebûna wê li ser bingehê qirkirina gelê Kurd e û stratejiya xwe jî li gorî wê ava kiriye. Ji ber wê divê partiyên kurdî rastiya vê baş bizanin..
Siyasetmedar Hêvîn Reşîd jî got, gelê Kurd her tim xizmeta gelê din kiriye, lê niha ev cara yekê ye ku gelê Kurd ji bo doza xwe xebatê dike, ev jî bi serê xwe serkeftinek e.
Hêvîn Reşîd got, divê ENKS`ê dev ji hişmendiya xwe ya ku yekîtiya neteweyî ya kurdî asteng dike berde.