Beşdarên komxebata ‘Dîdara Gotûbêjkirina Pirsgirêkan û Çareserî’ diyar kirin ku digel hewldanên qirkirinê û komkujiyên li dijî wan, Kurdan hebûn û doza xwe parastin û ji gelên din re bûn çirûska ronahiyê.
Di beşa 2. ya komxebata Dîdara Gotûbêjkirina Pirsgirêkan û Çareserî de, lêkolîna Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) amade kirî, hat xwendin.
Di vê beşê de, du semîner hatin dayîn, yek ya endama Desteya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yusiv, ya din lêkolînerê siyasî yê Kurd Azad Elî bû. Di her du semîneran de rewşa siyasî û civakî hat nirxandin.
Di her du semîneran de, rewşa tevgera Kurdistanê tê re derbas dibe, xeterên li dijî hebûna Kurdan, siyasetên dijminane û guhertina demografîk ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve li dijî herêmên Kurdan pêk tên, hatin vegotin.
Beşdaran behsa êrişên ku ji ber wan Kurd parçe bûne, kir ku ji Peymana Qesra Şîrîn dest pê kir. Herwiha behsa pêwîstiya xwedîderketina li doza kurdî û rêgirtina li pêşiya komkujiyên li dijî Kurdan kirin.
Beşdaran diyar kir ku di sedsala 20`an de du mijarên girîng bi awayekî neyînî bandor li Kurdan kirin; siyaseta Kurdan ya li hemberî hev û bi aliyên din re, mijara din jî parçebûna ku rê neda itîraf bi Kurdan bê kirin û doza wan çareser bibe.
Di dewama semînerê de kesên axivîn gotin, di vê qonaxê de Kurdan piştî ku gelek qurban dan, veguherîn hêzeke zindî ku hesab jê re were kirin.
Di dawiya semînerê de, axaftvanan xuya kir ku digel komkujiyan û hewldanên qirkirinê, Kurdan xwe û doza xwe parast û ji gelên herêmê re bûn çirûska ronahiyê. Niha jî di guhertina siyasetên li Rojhilata Navî û cîhanê de rolê dilîzin.
ANHA