Piştî mikurhatina berpirsekî Tirk li ser Komkujiya Parîsê, KCDK-E û TJK-E bang li hikumeta Fransa kirin ku vê mikurhatinê delîleke şênber qebûl bike û dosya komkujiya Parîsê ji nû ve veke.
Serokê berê yê Daîreya Istixbaratê ya Fermandariya Giştî ya Artêşa tirkî Îsmaîl Hakki Pekîn, 16’ê Sibatê di kanala CNN Turk de beşdarî bernameyekê bû û got, divê êriş li dijî rêveberên KCK’ê bên kirin.
Îsmaîl Hakki Pekîn bi vê gotinê li komkujiya Parîsê mikur hat; “Li Ewropayê jî rêveberên wan hene. Divê em tiştekî bînin serê yên li Ewropayê. Yanî berê li Parîsê hatibû kirin, belê…”
Li Parîsê 9’ê Çileya 2013’an ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez hatibûn kuştin. Di lêpirsînê de pêwendiya MÎT’ê ya bi komkujiyê re eşkere bûbû û tevlî idîanameyê hatibû kirin.
KCDK-E û TJK-E bi daxuyaiyekê bal kişandin ser vê mikurhatinê û di serî de Fransa bang li hikumeta Ewropa kirin ku berpirsyariya xwe pêk bînin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hikumet Fransa divê vê mikurhatinê tavilê delîleke şênber qebûl bike û dosya komkujiya Parîsê ya hatî girtin ji nû ve veke, ronî bike û pêşî li wê yekê veke ku di serî de Tayyîp Erdogan sûcdar hemû li dadgehên navneteweyî bên darizandin. Piştî vê mikurhatinê divê welatên Ewropa li hemberî gefên dewleta tirkî ya faşîst yên li dijî kurdistanî û tirkiyeyiyên li Ewropa helwestê nîşan bidin.
Bi navê KCDK-E û TJK-E bi vê wesîleyê em careke din bang li hikumeta Fransa dikin ku berpirsyariya xwe pêk bîne. Têkoşîna me ya azadî, wekhevî û demokrasiyê ya li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bi biryardarî dewam bike.”
ANHA