Fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdê diyar kir ku hewldanên wan ji bo pêkanîna yekîtiya niştimanî ya kurdî li Rojava dewam dikin û bi israr in ku vê insiyatîfê bi ser bixin.
Mezlûm Ebdê bi riya vîdeoyekê tevlî komxebata ‘Dîdara nakokiyên nava partiyên kurdî’ bû ku Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) li Qamişlo organîze dike.
Ebdê di destpêka axaftina xwe de behsa girîngiya komxebatê kir ku pêşniyar û nêrînên werin pêşkêşkirin wê astengiyan ji holê rakin û nakokiyên kurdî bi dawî bikin.
Ebdî wiha axivî: “Çendî şer bidomin û nakokî derkevin, divê nakokiyên kurdî li pêşiya pêkanîna yekîtiya kurdî nebin asteng. Berî niha jî û ji gelek salan ve li seranserê Kurdistanê gelek nakokiyên êşîrî derketin, lê li pêşiya partiyên siyasî û civakê nebûn asteng ku li dora doza kurdî kom bibin.”
Mezlûm Ebdê wiha domand: “Di civakan de nakokî derdikevin, tenê li cem Kurdan tenê. Gelek gelên ku nakokî di nava wan de hebûn, niha bûne civakên herî xurt. Lewre xwe kirin yek û nakokî çareser kirin. Bidawîkirina nakokiyan çareseriya yekane ya doza kurdî ye.”
Ebdê bal kişand ser hêzên dagîrker û got, mûdaxeleya dagîrkerên Kurdistanê nahêle hêzên siyasî yên Rojava bibin yek. Di vê dawiyê de û li ser bangewaziya QSD`ê ji bo pêkanîna yekîtiya kurdî, gelek pêşketinên erênî çêbûn û nakokiyên siyasî yên di navbera aliyên kurdî de wê di demeke kin de ji holê rabin.”
ANHA