Dilîn EHMED/Qamişlo
Ji 10ê Sibatê ve dewleta tirkî ya dagîrker êrişî çiyayê Garê dike. Gelo armanc ji van êrişan çi ye? Piştî şkandina dewleta tirkî di Garê de, wê çi planên nû hebin? Dewleta tirkî her tim gelê Kurd dike hedef, ji bo têkbirina planên dewleta tirkî, divê gelê Kurd çi bike?
GELO ARMANCA WAN PÊK HAT YA NA?
Endamê Ofîsa Ragihandin û Lêkolînan ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Welat Seidûn, li ser vê mijarê ev nirxandin kir: “Ji 10 heta 14 Sibatê êrişên dewleta tirkî ya dagîrke li ser Garê dom kirin. Bi berxwedaneke bêhempa gerîlayan, ev êriş têk birin. Berî ku êriş dest pê bike, Erdoxan ji miletê xwe re digot; ezê di demeke nêz de mizgîniya serketinê bidim we. Armanca wî rizgarkirin yan kuştina esîrên di destê gerîla de bû. Lê ji ber ku di rizgarkirina wan esîran de hat şkandin, ji neçarî ew kuştin. Ji bo fitneyê û veşartina xwe, Ajansa Anadol nûçeyek belav kir ku destê pêşmergeyan jî di kuştina wan de heye. Jixwe reşwa Erdoxan li Tirkiyê li ber çavan e ka gihiştiya çi astê. Partiyên li dijî Erdoxan û siyaseta wî li Tirkiyê hartir bûne. Çimkî kirîza ku li wê derê çêbûye, ji ya Sûriyê jî kampaxtir e. Ji ber wê dixwest li Garê bi ser bikeve û dagîrkeriya xwe li Kurdistanê berfireh bike.”
GARÊ KILÎTA KURDISTANÊ YE
Welat Seidûn axaftina xwe wiha domand: “Planên dewleta tirkî yên ji bo tinekirina gelê Kurd, dewam dikin. Gelek kes dibêjin serkeftina Garê serkeftina hêzekê ya, lê ya rast ew e ku serkeftina Kurdistanî ye. Çimkî Garê xeta parastinê ye, eger Garê bihata dagîrkirin wê Mexmûr, Şingal, Başûr û Rojava bi hêsanî bihatan dagîrkirin. Eger heta niha Başûr li hemberî van êrişan helwestê xwe diyar nekiribe, pirsgirêk e. Lewra dagîrkirina Garê rê li pêşiya dagîrkirina Kurdistanê tevê vedike. Dewleta tirkî bi hiceta PKKê gelê Kurd tine dike. Li hemberî van hicetên faşîst, ji bo têkbirina planan divê siyasetmedar, rewşenbîr û gel bi taybetî destekê bidin hêzên xwe û piştgirya wan bikin.”
DI YEKÎTIYÊ DE HÊZ HEYE
Endamê Ofîsa Ragihandin û Lêkolînan ya PYD`ê Welat Seidûn axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di rewşeke wiha hestiyar de, ya herî girîng û pêwîst parastina xakê û avakirina yekîtiya Kurdî ye. Jixwe em Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) heta asta dawî piştgirên yekîtiya Kurdî ne. Lewre ya rê li pêşiya êrişan bigire yekîtî ye.”