120 Hunermendan got, rêber Abdullah Ocalan ilham da gelek Kurdan da ku jiyana xwe bi rûmet û rêzdariya ji hebûna xwe re dewam bikin. Herwiha diyar kirin ku ew bû mamosteyekî gelekî baş û kurd teşwîq kirin ku ji bo mafên xwe weke mirovên azad li ser piyên xwe bisekinin.
Ji welatên cuda yên dinyayê 120 hunermendan deklarasyoneke hevpar weşandin û doza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kirin. Di nava wan de şair, aktor, aktirîst, mûzîkjen, hilberîner, bestekar, derhênerên ji Ingilîstan, Emerîka, Kanada jî hene. Ew dibêjin, “Abdullah Ocalan xizmeta serdema xwe kir û azadî heqê wî ye. Edî dem e ku azadiya wî lê bê vegerandin.”
Di nava kesên deklarasyon imze kirîn de şanoger û aktrîsta Ingilîz Maxine Peake, hunermendê Galî Dafydd Iwan, komedyen Mark Thomas, stranbêj Brian Eno, nivîskar Jan Woolf, helbestkar Seamas Carraher, nivîskara şanoyê û derhêner Julia Pascal, nivîskar û şêwekara ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Janet Biehl, muzîkjen David Rovics, helbestkar Jack Hirschman, şêwekar Agneta Falk, aktor û mûzîkjenê Îtalî Moni Ovadia jî di nava van 120 hunermendan de ne.