Dilîn EHMED/Qamişlo
Dengê wî bîranîneke dîrokî ye, hunera wî neynika şahî, şoreş, xewn û jiyana gelê Kurd e. Ji piçûk heta mezinan ji deng û hestên wî hes dikin. Cihê xwe di dilê gelê Kurdistanê de girt. Bi helbestên Melayê Cizîrî û awazên xwe û bi stiranên klasîk binavûdeng bû. Yek ji stiranên wî ya xelkê pê nas kirî, “Sebahûlxêr Eya Xanim” e. Lê me xwest ji nêz ve nas bikin.
EGER EM PELÊN JIYANA HUNERMEND ZIBÊR SALIH WERGERÎNIN, EMÊ ÇI BIXWÎNIN?
Hunermend Zibêr Salih sala 1965an li gundê Dêlîkê yê bajarê Dirbêsiyê yê rojavayê Kurdistanê, ji dayîk bûye. Wî di malbateke hunerî de çavê xwe li dinyayê vekir. Dayîk û bavê wî her du jî tembûrvan bûn. Bavê wî herwiha dengbêj bû jî û birayên wî jî ji hunerê pir hes dikin. Zibêr Salih di nava hest û awazên mûzîkê de mezin bû û li gelek bajarên Rojava geriyaye. Di 13 saliya wî de malbat ji gund derket û li bajarê Hesekê bi cî bûn. Hunrmend Zibêr Salih dibêje; dem em li Hesekê, li Rojava jimara hunermendan pir kêm bû. Yên tên bîra min li Qamişlo, Serê Kaniyê û Dirbêsiyê Seîd Gabarî, Seîd Yûsiv, Selah Resûl û Selah Osê hebûn. Jixwe li Hesekê ji binî tinebûn.
SALA 2000`Î BÛ KOÇBER
Li ser gera xwe ya hunerî û koçberiya xwe Zibêr Salih wiha dibêje: “Bi piştgiriya malbat û hevalên xwe, min dest bi gera xwe ya hunerî kir. Wê demê gelek kesan bi navê neviyê Seîd Yûsiv nav li min dikir. Ji ber ku xelkê Hesekê ji deng û awazên min hes dikir, ez vexwendî şahiyên xwe dikirim. Wê demê min 17 kasêt çêkirin û gelek stiran jî qeyd kirin. Sala 2000`î ez koçberî Almanya bûm.”
DI JIYANA HUNERÎ DE BI TAYBETÎ STIRAN TIŞTA BALA ZIBÊR SALIH KIŞANDî ÇI YE?
Di gotûbêjeke teybet de Hunermend Zibêr Salih li ser hunerê got, sedema sereke ku hişt bibim aşiqê hunerê, malbata min bû û wiha dewam kir: “Ji ber ku ez li ser huner û awazên tembûrê mezin bûme, huner bû beşeke bingehî ya jiyana min û min nikarî jê dûr bikevim. Weke din jiyana hunerî xerîb û hesas e. Mûzîk û stiran taybetmendiyên wan hene, pêşketina tê de bi heskirinê çêdibe. Hunermendê rast ew e ku li ser êşa gelê xwe dihizire. Herwiha xweşikbûn û heskirina welat stiranan bi hunermend didin gotin.”
Di jiyana her mirovî de nexasim kesên xwedîteybetmendî, xweşî û nexweşî derdikevin. Li ser vê mijarê Hunrmend Zibêr nerîna xwe wiha anî ziman: “Ji xelkê me gelek kes ji hunera civaka xwe hes dikin û ji bo pêşxistina çandê piştgiriyê didin hunermendan. Lê hin jê, ji ber ku nizanin ka hunermendên Kurd ji bo stranekê çiqas zehmetiyê dibînin bi çavekî piçûk li hunerê dinêrin û çanda xwe paşguh dikin. Mixabin heta niha gelê me negihîştiye hişmendiya ku çand û hunera gel, neynika wî bixwe ye.”
HUNERMEND ZIBÊR SALIH DI ÇI ZEHMETIYAN DE DERBAS BÛYE?
“Ez bi hêvî bûm ku ji rewşa heyî pirtir ji me hes bikin.” Zibêr bi van gotinan behsa zehmetiyan kir û got, dema min dest bi dengbêjiyê kir, huner karekî şerm bû. Ji ber wê nêrîna gel min di karê xwe yê hunerî de gelek zehmetî kişand. Heta nedihiştin zarokên wan xwe nêzîkî me bikin. Lê ji ber heskirina mûzîkê, min her tişt dabû ber çavê xwe.
NÊRÎNA HUNERMEND ZIBÊR SALIH LI SER ÇAND Û HUNERÊ PIŞTÎ ŞOREŞA ROJAVA
Rojava piçûk e lê gelek hunermend, nivîskar, rewşenbîr û helbetsvanên navdar jê derketine û hunera xwe li her sê perçeyên din yên Kurdistanê belav kirine. Mînak, hunermend Mihemed Şêxo, Mihemed Elî Şakir, Seîd Gabarî û hwd. Di van çend salên dawî de heta asteke baş çand û huner pêş ketiye û ji bo pêşxistinê, gelek hunermend dixebitin. Lê her stiran jî nayê wateya çanda civakê. Lewre di gelekan de xerabûna çandê heye.”
Li ser dûrketina ji welat Hunermend Zibêr hestên xwe wiha anîn ziman: “Bêguman xerîbî gelek tiştan ji mirov dibe. Dûrketina ji dêûbav, xwîşk û bira û dost û hevalan, gelek zehmet e. Mirov xak û hewaya welatê xwe nade bi dinyayê tevê. Lê dema mirov li welatê xwe bindest be, ew jî ne jiyan e. Xerîbiyê bandor li min kir, lê ji hunerê dûr nekirim. Karê min li welatê xwe dikir, niha li vir didomînim. Helbet ne weke li welat e, lê di dema min de jî ji ber desthilatdaran karê hunerê li bajarên me pir zor û zehmet bû.”
STIRANA HERÎ ZÊDE KU HER TIM DIBÊJE Û JÊ HES DIKE
Zibêr Salih got, ez ji stranên xwe tevan hes dikim, lewra min her stiran bi fikir û ramanekî taybet nivîsiye. Lê her strana deng dide û tê heskirin, bandorê li min jî dike. Mînak, stirana min li ser birayê xwe nivîsî ya bi navê “Dayê”, dema ji aliyê rejima Sûrî ve hatî girtin. Herwiha stirana “Sebahûlxêr eya xanim” jî li her çar perçeyên Kurdistanê belav bû. Xelkê bi vê stranê ez nas kirim û êdî bû mîna nasnameya min.”
Hunemend Zibêr Salih axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Xwedê jê razî be hunermend Aram Tîgran dema jê re gotin, tu dixwazî ji te re bêjin hunermendê Ermen yan Kurd, got, heta sax bim bila hunermendekî Ermen bim, çimkî Ermen ji hunermendên sax hes dikin. Piştî mirina min bila hunermendekî Kurd bim, lewra gelê Kurd piştî mirina hunermendan qîmetê wan zanin. Ev gotina wî bi serê xwe bû. Em miletê Kurd qîmetê hunermendên xwe nizanin, piştî mirinê em behsa wan dikin. Eger em li hunermendê xwe xwedî dernekevin, emê nikaribin li dîroka xwe jî xwedî derkevin.”
Hunermed Zibêr Salih ku li Almanya 350 û li Rojava jî gelek stiran çêkirine, di dawiyê de spasiya me kir û got, ez pir kêfxweş bûm ku we ev derfet da min ku behsa êş û gera xwe ya hunerî bikim û xewnên xwe bi gelê xwe re par ve bikim.