Bi rasthatina Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê li bajarê Qamişlo şevbiwêrkeke dengbêjiyê hat lidarxistin.
Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û Weşanxaneya Neqşê, bi rasthatina Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê şevbiwêrkeke dengbêjiyê li dar xistin.
Şevbiwêrk li avayiya SZK’ê ya bajarê Qamişlo bi amadebûna endamên Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK), Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Tevgera Kevana Zêrîn, rewşenbîr û nivîskarên serbixwe û Koma Kevneşopî ya Dêrikê hat lidarxistin.
Hevserokê Saziya Zimanê Kurdî Izedîn Silêman bixêrhatina mêvanan kir û Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê li tevayiya gelên bindest, zimanzan û hekerên ziman pîroz kir.
Silêman da zanîn ku gelê Kurd yek ji neteweyên gerdûnê ye ku mafê wî heye ku rojeke wiha pîroz bike û axaftina xwe wiha domand: “Qirkirin û qedexeyeke dijwar li ser zimanê me hebû, ji ber wê li gel me gelek girîng e ku em zimanê xwe pêş bixin û çanda xwe geş bikin.”
Silêman li ser hilbjartina wan ya şeveke dengbêjiyê wiha got: “Lewre eger em nirxê dengbêjiya xwe ya dewlemend îro bizanin, em dikarin bêjin li ser torên civakî bi hezaran çîrok û stiranên kurdî hene û cîhan bi giştî li ser koma mezin matmayî maye. Ev jî nîşana zimanekî ku di qonaxa dîrokê de şaristaniyên girîng pêk anîne û xizmeta mirovayiyê kiriye.”
Hevserokê SZK’ê Izedîn Silêman da xuyakirin ku tevî ku qedexe li ser zimanê kurdî hebû lê dîsa zimanê kurdî li ser asta cîhanê di rêza pêşî de cih digire û wiha got: “Ew bi saya dewlemendiyê ye, civak û dîwanxaneyên me di dema xwe de dibistanên gelek hêja bûn, gelek mirovên jîr û zane ji wan derketin.”
Piştî axaftinê Koma Kevneşopî ya Dêrik stiran gotin.