QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di oparesyona tohildana her du jinên Ereb Hin û Seida de 87 çete girtine û gelek çek û cebilxane jî desteser kirine. Di operasyonê de herwiha berpirsên şehîdxistina her du jinan jî hatine girtin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê da xuyakirin ku operasyona wan ya li herêma Dêrezorê dewam dike.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di demên dawî de tevgerên DAIŞ’ê li herêma Dêrezorê zêde bûye û wiha hat gotin: “DAIŞ bi taybetî ji êrişên dewleta tirkî ya dagîrker ya li hemberî destkeftiyên gelê herêmê hêzê digire û hewl dide xwe komî ser hev bike. Ji ber wê di demên dawî de li herêma Dêrazorê, gelek çalakiyên terorê hem li hemberî gel, hem li hemberî endamên Rêveberiya Xweser kirin. Yek ji wan çalakiyên terorê kuştina 2 jinên şoreşger, endamên Meclisa Til Şayir ya girêdayî Deşîşa, Seida Feysel El-Hermas û Hind Letif El-Xidar bû. Ji bo tolhildana her du jinên şoreşger û pêşîgirtina li geşbûna terorê roja 4’ê Sibatê bi tevlîbûna hezên QSD, YPG, YPJ û Ewlekariya Hundir, li herêma Dêrezorê operasyoneke berfireh hatibû destpêkirin. Ev operasyon roja 14’ê Sibatê bi encam bû.”
‘KUJERÊN HER DU JINÊN ŞOREŞGER SEIDA Û HINDÊ, HATIN GIRTIN’
Hat diyarkirin ku bi ser gelek nuqteyên DAIŞ’ê de hatiye girtin û wiha hat gotin: “Kujerên her du jinên şoreşger Ebrahîm Ebd El Razzaq Hitler jî di navê de, bi giştî 87 kes hatin girtin, miqdarek cebilxane hat desteserkirin. Herwiha li herêma Dişîşa, tûneleke DAIŞê hat dîtin. Encama operasyonê wiha ye;
87 çete hatin girtin û 15 çekên AK-47, 8 demance, 4 çekên sekvanî, 5 tifingên nêçîrê, çekeke Sinopal, 2 bombe û 2 mayin hatin desteserkirin.”