QSD`ê diyar kir ku diyalogên di navbera partiyên kurdî yên li Sûriyê de beşek ji stratejiya hêza wan e da ku bibe destpêka diyalogên sûrî-sûrî. Herwiha got, her du aliyan di danûstandinên berê de gavên baş avêtine.
Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî diyalogên di navbera PYNK û ENKS’ê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye: “Hêzên Sûriya Demokratîk teqez dike ku girêdayî insyatîfa xwe û misogerkirina diyalogên kurdî-kurdî ye, da ku armanca yekrêzî û yekkirina xîtaba siyasî ya di navbera Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî û Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê de pêk were.
ANHA