HPG`ê ragihand ku dewleta tirkî ya dagîrker bi çekên kîmyayî kampa esîran ya Siyanê ya Garê bombebaran kir û wiha got:” Ji ber bikaranîna çekên kîmyayî yên qedexekirî mirov nikare bikeve nava kampê.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li ser kampa êsîran ya li Siyanê ya Garê çekên kimyayî hatine bikaranîn.
Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:
“Li herêma Garê di navbera 10-14’ê Sibatê de encama êrişên dagîkeriyê yên dewleta tirkî ya mêtinger û qirker de û li dijî vê, berxwedana gerîla tê zelalkirin û xebata ku ev encam bi raya giştî ve werin parvekirin ji hêla hêzên me ve tê domandin.”
Dewleta tirkî ya dagîrker ji bejayiyê ve li gel ku derbeke giran xwar û vekişiya jî êrişên hewayî didomîne. Êrîşên hewayî zelalkirina encaman û parvekirina wê ya bi raya giştî re dereng dixin.
“LI SIYANÊ ÇEKA KÎMYAYÎ HAT BIKARANÎN”
Ji bo êrişa ser kampa ku êsîr lê dihatin girtin ya li qada Siyanê ya herêma Garê bi rengekî zelal û berbiçav were fêhmkirin hêzên me gihîştine vê kampê. Lê li gel ku çend roj di ser re derbas bûne jî li kampa êsîran û li derdorê bêhna gazeke giran û kîmyayî heye. Ji hêla dewleta tirkî ya faşîst ve li ser vê kampê ji ber ku çeka kîmyayî hatiye bikaranîn, mirov nikare bikeve nava kampê. Bi ihtimaleke mezin her kesê li kampê piştî ku bi gaza kimyayî hatine kuştin gule li wan hatine reşandin. Nîşanên pêşî yên em gihîştîn wan ev in.