Kesên nenas li gundê Kewaşiyê yê bakurê Dêrezorê bi ser mala xebatkarekî stasyona avê de girtin û kuştin. Li Hecînê jî nobedarekî avayiya Meclisa El-West hat kuştin.
Kesên nenas bi ser mala xebatkarê stasyona avê ya gundewarê Dêrezorê Îsmaîl Elî Talbi de girtin û kiştin.
Êriş li gundê Kewşiya yê bakurê Dêrezorê qewimî.
Li aliyê din li gorî agahiyên ji herêma Hecîn hatîn girtin, kesên nenas li ser motorsiklêtekê gule li ciwanê bi navê Sabit El-Dexîl (27) barandin. Di encamê de Sabit li pêşiya avayiya Meclisa El-West jiyana xwe ji dest da.
Sabit El-Dexîl ji şêniyên bajarokê Hecînê ye û li avayiya Meclisa El-West nobedarî dikir.