Şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Mihemed Fadil El-Şêx û şehîd Elawî Mistefa El-Hisên li goristana Şehîdan spartin axê.
Şervanê Meclisa Leşkerî ya Babê Mihemed Fadil El-Şêx 16`ê vê mehê û şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Elawî Mistefa El-Hisên 17`ê vê mehê li ser erkê xwe şehîd bûn.
Şêniyên bajarê Minbicê û gundewar wê bi alên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Meclisa Leşkerî ya Babê, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û Tevgera Ciwanên Şoreşger cenazeyên her du şehîdan ji nexweşxaneya Firatê girtin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîdan ya li rojavayê bajêr ve ketin ser rê.
Di merasima li goristanê de ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Babê Nadir El-Meşnûq axivî û got, bi berdêlan em welat diparêzin û bi ruhê paqij em sînorên welat xêz dikin. Emê heta dawiyê şopdarên xeta şehîdan bin, an em ê birûmet bijîn an jî li ser xaka xwe şehîd bikevin.”
Dûv re bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Endama Meclisê Cemîla Îbrahîm axivî û rola şehîdan ya di parastina ewleyî û aramiya herêmê de destnîşan kir. Herwiha soza şopandina riya şehîdan da.
Piştî axaftinan endama Meclisa Malbatên Şehîdan Henadî Mihemed nasnameya her du şehîdan xwend û radestî malbatên wan kirin.
ANHA