Leylan RESO/Qamişlo
Eger em dibêjin em demokrat in divê em pîvanên demokratiyê pêk bînin. Ev demek e Ronahî TV dixwaze li başûrê Kurdistanê ovîsekê veke lê hikumeta başûr heta niha destûr nedaye. Gelo sedem çi ye?
“RONAHÎ TV KANALA ŞEHÎDAN Û ŞOREŞÊ YE”
Endamê Tevgera Çand û Hunera demokratîk, Bêkes Darî li ser qedexeya Ronahî TV li başûrê Kurdistanê ev nirxandin kir: “Di vê dema hestiyar de li pêşiya ragihandina kurdî astengî derdikevin. Piştî şoreşa Rojava di ragihandinê de pêşketin çêbûye. Ragihandinên ji her çar beşên Kurdistanê dikarin bi azadî karê xwe li rojavayê Kurdistanê bikin. Li Rojava kanala Ronahî TV heye, ev Kanala Şehîdan û şoreşê ye. Lê mixabin ev kanal nikare li Başûrê Kurdistanê bixebite. Hêvî dikim ku gelê me yê Başûr li hemberî rêveberiya başûrê Kurdistanê dengê xwe bilind bike. Herwiha hêvîdar im ku siyaseta Başûr vegere ser siyaseta neteweyî.”
“RONAHÎ TV ÇAVKANIYA BAWERIYÊ YE”
Nûçegihanê Dengê Emêrîka Zana Umer jî li ser mijarê wiha axivî: “Ragihandina azad dengê civakê ye. Ragihandinek jî heye li gorî polîtîkayê weşanê dike. Ev li dijî ragihandina azad e. Azadiya ragihandinê tê wateya diyarkirina nêrînên cuda. Ragihandin herwiha amûreke pêşketina civakê ye. Ji bo Ronahî TV nizanim çima li Başûr nikare bixebite, hêvî dikim hem ronahî TV hem ragihandinên din pêşiya wan neyê girtin. Em dikarin Başûr bi çavekî din û bi riya Ronahî TV baştir nas bikin.
“EM BI HÊVÎ NE DI DEMA PÊŞ DE OFÎSA RONAHÎ TV BÊ VEKIRIN”
Nûçegihanê NRT. Kawa Edhem jî nêrîna xwe wiha diyar kir: Ji sala 2012an ve, ez karê ragihandinê dikim û piranî di televizyonên başûrê Kurdistanê de. Dema min li Rojava kar dikir ti astengî li pêşiya me dernediketin û her tişt ji me re serbet bû. Ji aliyê xwegihandina rêveberiyê ve me hinekî zehmetî dikşand. Ragihandin li Rojava ji herêmên derdora xwe azadtir e.”
Kawa Edhem axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ragihandina Başûr ya li Rojava digel ku şaşîtî kirin jî Rêveberiya Xweser pêşiya xebata wan negirt. Lê li Başûr li pêşiya ragihandinê pirsgirêk û zehmetî derdiketin. Rojnamevanên çalakî dişopandin tev diahtin girtin û nedihiştin karê xwe bikin. Heta niha destûr nedaye vekirina ofîseke Ronahî TV. Ev dijberiya qanûnên ragihandina azad e û xuya dike ku li başûr demokrasî nîne. Em bi hêvî ne di dema pêş de ofîsa Ronahî TV bê vekirin.