Navenda nûçeyan
Bi pêmana Roja Zimanê Dayîkê ya cîhanê, em vê rojê li her Kurdê ji zimanê xwe hes dike, bi kar tîne, diparêze û pêş dixe pîroz dikin. Zimanê me emanetê dapîr û bapîrên me ye, em vî nirxî paşguh nekin.
Di dîroka mirovayiyê de, piştî bikaranîna dest, derketina ziman şoreşa herî mezin û herî binirx e. Ziman bingehê pêşketina mirovayî û şaristaniyê ye. Dîrok wisa pêş ketiye; ziman hevserwextkirinê pêş dixe, hevserwextkirin jî bi xwe re rojbiroj peyvên nû û têgehên nû diafirîne. Ev rewş jî dibe bingehê derketina nivîsê. Nivîs jî ji bo mirovayiyê dibe şoreşeke nû û şaristaniyê rojbiroj pêştir dixe.
Çawa ku tê dîtin bingehê van tevan ziman e. Di dîrokê de mirovayiyê gelek nirxên pîroz afirandine, lê bi qasî mirovayiyê di ber derketina ziman de ked dayî û êş kişandî, di ber tişteke din de ewqas ked nedaye û êş nekişandiye. Heta gelek tişt ne bi zanebûn bi dest xistine. Bi tesadufî gelek tişt hatine dîtin. Lê ziman bi tesadufî peyda nebûye. Ji ber wê ziman nirxekî mirovayiyê yê herî pîroz e. Lewre berhemê wê yê herî kevnar û herî biwate ye.
ZİMAN Û NASNAME
Piştî nasnameya olî, bi riya ziman nasnameyeke din derdikeve holê. Ew jî dibe nasnameya gelêrî, nasnameya civakî. Ango civakîbûn û gelbûn bi riya ziman çêdibin. Bi vî awayî du nasnameyên civakan çêdibin; nasnameya dînî û nasnameya gelêrî. Çawa ku ji bo mirovayiyê dîn dibe hucreya kok, ziman jî dibe hucreyeke duduyan. Û mirovayî bi van her du cureyan xwe nas dike, xwe dide naskirin û li ser wan pêş dikeve heta roja me ya îro. Ango mirovayiya îro eger diçe ser banê heyvê, eger diçe ser banê merîxê, deyndarê van her du nasnameyan e. Lê bi giranî deyndarê ziman e.
Di mijara ziman de xaleke din ya girîng heye. Hêzên serdest û yên dagîrker pir baş dizanin ku ziman dîroka civakê ye, hafîzeya civakê ye. Dema civakek dev ji zimanê xwe berde, yan bikeve warekî wisa ku neçar bimîne dev jê berde, êdî ji bo wê civakê ti wateya dîroka wê namîne, heta dîroka hêzên dagîrker ji bo xwe dîrok dizane; nirxên hêzên serdest, çanda wan ji bo xwe nirx û çand dizane. Eger îro li Kurdistanê hêzên dagîrker ewqas êrişî zimanê Kurdan dikin sedema wê girîngiya ziman e.