Êzîdiyên herêma Efrîn û Helebê cejna Xidir Ilyas (Bêxwîn) bi şahiyan pîroz kirin.
Êzîdiyan cejna Xidir Ilyas ku bi cejna Bêxwîn tê nasîn ku girêdayî dema çandinî û destpêka biharê ye pîroz kir.
Li Şehba Yekîtiya Êzîdiyan ya Herêma Efrînê bi beşdariya bi dehan Êzîdiyan şahiyek li dar xist.
Destpêkê koma zarokan sirûdên ola Êzdayî xwendin. Pişt re hevserokê Yekîtiya Êzîdiyan Mistefa Nebo wateya cejna Xidir Ilyas şîrove kir û got, cejna Bêxwîn bi cejna çandinî û xwezayê tê nasîn, cejna bereket û çandinêyê bi dîroka mirovan û şofa erdê ve girêdayî ye û ji kevin heta niha tê pîrozkirin.”
Dûv re endama Koordînasyona Jinên Êzîdî Ayşe Hiso cejin pîroz kir û wiha axivî: “Em jin berxwedana ku ev 3 sal in li kantona Şehba dimeşînin li jinên Êzîdî pîroz dikin û silavên germ ji vê cejnê ji rêber Abdullah Ocalan re rêdikin ku fikir û felsefeya wî hişt ku em Êzîdî werin nasîn.”
HELEB
Li Helebê jî Êzîdiyan cejna Xidir Ilyas bi beşdariya tevayiya gelên herêmê bi durişma”Cejna Xidir Ilyas sembola heskirin û aştiyê” pîroz kir.
Di şahiyê de şêniyên taxa Şêxmeqsûd, nûnerên ji Nivîsgeha Malbenda Olan, nûnerên ji partiyên siyasî û saziyên civaka sîvîl amade bûn.
Di şahiyê de ji Yekîtiya Êzîdiyan ya Helebê Ranya Cafer û Hîşam Ehmedo bi zimanê erebî û kurdî axivîn û gotin, ev cejin pîroz e. Lewre nirxên pîroz dihewîne û banga hêviya belavkirina xêr û aştiyê li seranserê cîhanê dike.
Dûv re komek ji zarokan gotinên olî yên taybet ji bo cejnê xwendin û şahî bi belavkirina Bêxwînê bi dawî bû.
ANHA