Hevserokê Rêveberiya Sotemeniyê Sadiq Mihemed diyar kir ku rêveberiya wan hê jî mazotê li cotkarên bakur û rojhilatê Sûriyê belav dike û ji ber kêmbûna barîna baranê para wan zêde kirine.
Piraniya welatiyên herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê debara xwe bi çandiniyê dikin. Ji ber ku îsal baran kêm barî hem derbarê zadê avî hem yê bejî de cotkar ditirsin ku hilberîn zêde baş nebin.
Girêdayî mijarê, Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê piştgiriya cotkaran kir û her lîtreya mazotê bi 75 lîreyên Sûriyê firot wan da hilberînên demsala zivistanê av bidin.
Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê Sadiq Mihemed diyar kir ku sotemeniyê li seranserê herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê belav dikin û got, wê belavkirin heta bidawîkirina para cotkaran dewam bike.
Sadiq Mihemed di dewama axaftina xwe de got, me li herêma Cizîrê beşa yekê ya para çandiniyê ya sotemeniyê belav kiriye û beşa duduyan jî wê dawiya vê mehê bi dawî bibe. Herwiha li herêma Firatê jî du par belav kirine û para sisiyan jî kar û xebata ji bo wê tê kirin. Li Minbic û Tebqayê jî 3 par hatine belavkirin û ji bo para 4. jî kar û xebat tê kirin.
Sadiq Mihemed da zanîn ku li bajarê Reqa û Dêrezorê para yekê tê belavkirin û got, ji ber ku mazota germkirinê dereng ma, bandoreke neyînî li belavkirina sotemeniyê ya li ser cotkaran kir.
Sadiq Mihemed da xuyakirin ku ji bo hilberîna genim 4 parên mazotê dane. Ji bo baqilan jî 3 par dane. Ji bo ce jî 2 par dane, lê ji ber barana kêm ji bo genim pareke din jî belav kirine û ji bo genim wê li herêman tevan 5 paran belav bikin.
Rêveberiya Xweser ji bo her donimekê û bîrekê 15 lître mazot veqetandibûn û 7 lître ji bo donima ku bi ava ji çeman hatiye kişandin ku tê avdan veqetandibûn.
Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser Sadiq Mihemed bal kişand ser desteka mewsimê û got, ji bo xurtkirina alavên ku wê di mewsimê de bixebitin plansaziyekê daynin û ji bo piştgiriya mewsima havînê jî ku sotemeniyê jê re veqetînin, emê plansaziyekê diyar bikin.”
Sadiq Mihemed di dawiya axaftina xwe de ev xalên li jêr rêz kirin: “Heta bidawîkirina parên ku hatine veqetandin emê mazotê belav bikin û bi vî awayî emê mewsima çandiniyê ya îsal bi ser bixin.”
Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê meha derbasbûyî 24 milyon û 218 hezar û 749 lître mazot li cotkarên zeviyên avî belav kiribûn.
Rêjeya zeviyên bejî ji sedî 75 zêdetirî erdên ku li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê tên çandin ku cotkarên wê xwe dispêrin baranê. Lê îsal baran kêm bariya û eger wiha dewam bike wê bandoreke neyînî li aboriya herêmê û gel bike.
ANHA