MSD’ê daxuyaniya aliyên Astana ya derbarê bakur û rojhilatê Sûriyê de şermezar kir û bi binpêkirina li dijî sûriyan û berovajîkirina rastiyan bi nav kir. Herwiha got, armanc ji vê belavkirina çanda dijminiyê di navbera sûriyan de ye û hiştina rejimê li ser desthiltadariyê ye.
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD)ê bersiva daxuyaniyên aliyên Astana yên derbarê rastiya rewşa bakur û rojhilatê Sûriyê û rola Rêveberiya Xweser de da.
Daxuyaniya MSD’ê wiha ye:
“Meclisa Sûriya Demokratîk daxuyaniya koma Astana ya 17’ê Sibata 2021’ê derketî şopand. Di daxuyaniyê de dewletên garantor yên Astana (Îran, Tirkiye û Rûsya) helwestên xwe rave kirin ku ji rastiya bakur û rojhilata Sûriyê, rola Rêveberiya Xweser ya parastina jiyana sûriyan û peydakirina ewleyî û aramiyê, têkoşîna li dijî terorîstan û yekîtiya xaka Sûriyê dûr e. Daxuyaniyên wan ne li gorî hêviyên rewa yên gelê Sûriyê ye.
Meclisa Sûriya Demokratîk navaroka daxuyaniya Astana ya derbarê bakur û rojhilatê Sûriyê de şermezar dike û binpêkirineke li dijî sûriyan û reşkirin û berovajîkirina rastiyan dibîne. Armanc ji vê belavkirina nakokî, çanda nefret û dijminî di navbera sûriyan de ye. Herwiha ji bo hiştina rejima desthilatdar li ser hikum e û pêkanîna ajandeyên taybet yên alîgiran û dagîrkirina xaka Sûriyê ye.
Li ser vî esasî, Meclisa Sûriya Demokratîk ( MSD) careke din teqezî bi yekîtî û parastina xaka Sûriyê dike û her hewldaneke vegerandina berhemên rejima destpot red dike. MSD careke din girêdana xwe bi veguherîna siyasî ya ber bi sîstemeke demokratîk ya nenavendî, pirrengî ve dubare dike û mafên tevayiya gelên Sûriyê mîsoger dike.”
ANHA