Navenda nûçeyan
Endamê Komîteya Rêveber ya PKK’ê Duran Kalkan, di bernameya Taybet ya Medya Haber Tv. de, gefa dewleta tirkî ya li rêveberiya Başûr û serkeftina Garê nirxand.
Duran Kalkan da zanîn ku Garê, gora faşîzma AKP/MHP’ê kola û bal kişand ser gefên dewleta tirkî yên li ser rêveberiya Başûr û wiha pê de çû: “Gefeke mezin li ser siyaseta Başûr hebû, xistibûn binê îpoteka xwe. Serkeftina Garê ew êrişên faşîzma AKP/MHP’ê yên li dijî Başûr şkandin û derket holê ka gefên dewleta tirkî çawa têk diçin. Çawa 2008’an li Zapê têk çû, 2021’ê jî li Garê têk çû.
LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ WÊ CEJNA SERKEFTINA GARÊ WERE PÎROZKIRIN
Têkildarî bandora serkeftina gerîla ya li Garê jî Duran Kalkan wiha got: “Derket holê ku, eger gerîla û pêşmerge bibin yek û hêzeke neteweyî ava bikin, li her 4 beşên Kurdistanê wê ti hêz nikaribin xwe li hemberî wan bigirin. Gelê me yê li başûrê Kurdistanê jî û siyaseta başûrê Kurdistanê jî vê dibînin. Divê serkeftina Garê li başûrê Kurdistanê weke cejinekê were pîrozkirin. Em dibêjin, ev serkeftin ya gelê Kurd tevî ye. Ango kî dibe bila bibe, kîjan partî dibe bila bibe, welatparêz be, li hemberî dagîrkirina Garê be divê ji vê serkeftinê weke rûmeta xwe bibîne. Ev berxwedan bû parastina başûrê Kurdistanê, bû parastina sîstem û statûya wê, bû parastina azadiya başûrê Kurdistanê. Ev careke din, bi awayekî zelal derket holê.
DI SERKEFTINA GARÊ DE ROLA HER KESÎ HEYE
Duran Kalkan, da zanîn ku di serkeftina Garê de rola her kesî heye û got, divê her kes bikeve nava coşa vê serkeftinê. Siyaseta başûrê Kurdistanê, rewşenbîr û parlamentoya wê jî, dikarin vê rewşê binirxînin, li vê rastiyê xwedî derkevin û li ser vê rastiyê siyaseteke nû bikin. Ji bo yekîtiya neteweyî, ji bo kongreyeke netewyî dikarin bikevin nava hewldanan. Ango serkeftina Garê serkeftina gelê Kurd e û rê li ber yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd vekiriye. Di vê mijarê de jî ya herî zêde pêşengî kirî başûrê Kurdistanê ye.
Endamê Komîteya Rêveber ya PKK’ê Duran Kalkan, di dawiya axiftina xwe de, bang li hêzên navneteweyî jî kir ku êdî rastiya ku nikarin bi parçekirina Kurdan encamê bigirin bibînin.”