Koordînasyona Kongreya Star: “Serkeftina Garê wê bibe destpêka hilweşîna dewleta tirkî û serkeftina projeya neteweya demokratîk li her çar parçeyên Kurdistanê.”
Artêşa tirkî ya dagîrker 10`ê Sibatê dest bi êrişeke berfireh li dijî herêma Garê ya başûrê Kurdistanê kir. Êrişa dagîrkeriya tirkî rasta berxwedaneke dîrokî ya gerîlayên HPG`ê hat û artêşa dagîrker neçarî vekişînê kir. Têkildarî mijarê Koordînasyona Kongreya Star daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de ev xal hatin destnîşankirin:
“Têkçûna dewleta tirkî ya ji dema bêbandorbûna komploya li dijî Rêbertiyê heta niha, hişt ku nema zanibe çi bike û her derfetê ji bo tinekirina gelê Kurd bi kar bîne. Ji ber wê carekê êrişî Sûriyê dike û carekê êrişî Iraqê dike. Bi vê yekê têkçûna xwe bi têkçûneke mezintir raber dike.
Êrişên ser Garê berfireh û mezin bûn. Berî demekê bi hevkariya hikumeta Iraqê û hikumeta başûrê Kurdistanê hatiye plankirin ku dixwazin herêmê bi tevayî dagîr bikin, HPG`ê tine bikin û gelê Kurd qir bikin. Ji ber wê di êrişan de nêzî 50 balafirên şer hatin bikaranîn ku bi wê leşker û polîsên xwe yên dîl kuştin û hovîtiya dagîrkeriya tirkî careke din nîşan da.
Wan ji bîr kir ku gerîla şagirtên serok Apo ne. Herwiha berxwedana wan li Zap, Heftenîn û Oremarê û fedekariyên wan ji bo doza wan ji bîr kirin.
Serkeftina Garê wê bibe destpêka hilweşîna dewleta tirkî û serkeftina projeya neteweya demokratîk li çar parçeyên Kurdistanê. Em hêzên Medya, neviyên Egîd, Mezlûm, Zîlan û Bêrîtanan pîroz dikin.”
ANHA