Jinên pêşeng yên cîhanê dan zanîn ku fikirê rêber Abdullah Ocalan ji bo aştî û demokratîkkirina Rojhilata Navî fikirê herî baş e û wê bi saya wî aştî li Tirkiyê jî pêk were.
Di salvegera 22yan ya Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan de, jinên pêşeng yên cîhanê ji ajansa nûçeyan ANHA re axivîn û behsa Komployê û rola rêber Abdullah Ocalan ji bo gel, Rojhilata Navî û cîhanê dilîze, kirin.
Nivîskar û hûnermenda emerîkî Janet Biehl behsa Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ji dema 9`ê Cotmeha 1998`an ji Sûriyê derket û heta 15`ê Sibata 1999`an ku dîl hat girtin, kir.
Janet Biehl nivîskar, edîtor û hûnermendeke emerîkî ye, gelek pirtûk û gotarên wê derbarê ekolojiyê de nivîsandine, edîtoreke serbixwe ya weşangerên pirtûkên li New Yorkê ye û hunermenda grafîkê ye.
DERKETINA JI SÛRIYÊ
Janet Biehl wiha got:”Payîza 1998`an Ocalan li Şama paytexta Sûriyê dijiya û 15 salan li wir ma, serokê Partiya Karkerên Kurdistanê bû angu partiya ku hêzên wê yên gerîla ji sala 1984`an ve di nava şerê bi dewleta tirkî re bûn.”
Janet Biehl wiha axaftina xwe dewam kir: “Dewleta tirkî xwest Ocalan bi sûxê “xiyanetê” dîl bigire û cezayê wê jî darvekirine bû. Cotmeha 1998`an Şamê xwest Ocalan ji mala xwe derxe. Di wê demê de têkiliyên leşkerî û istixbaratê yê DYA`ê bi dewleta Tirk re hebûn û di Cotmehê de ferman derxist ku Sûriyê li ser daxwaziya Tirkiye Ocalan ji Sûriyê derxe û hikumeta Şamê jî ev erê kir. Di 9`ê Cotmehê de Ocalan ji Sûriyê derket û berê xwe da Moskovê.”
Janet Biehl diyar kir ku Abdullah Ocalan di girtîgehên yekhucreyî de gelek zehmetî dît, ne tenê bi mehan û salan, bi dehê salan êş kişand, êdî têra xwe zehmetî dît û gelê Kurd wî nûnerê xwe dibîne. Ji ber wê divê azadiya xwe bi dest bixe, tişta ku kesên din pêk neanîne, Ocalan pêk anî û di dawiyê de aşitî li Kurdistanê misoger kir.”
KARIANA WESTRHEIM:
JI BO AZADIYA OCALAN EMÊ TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN
Seroka Komîteya Mafên Sîvîl ya Tirkiye li YE û Mamosteya Zanîngeha Norwecî Bergen Kariana Westrheim jî got, 15`ê Sibatê salvegera 22. ya Komploya Navneteweyî ya li dijî birêz Abdullah Ocalan bû ku destê Tirkiyê, Îsraîl, Kenya, Yewnanistan û dewletên din di vê komployê de hebû û heta roja îro hin pirs hene bê bersiv dimînin.
Kariana Westrheim da zanîn ku cîhan tev li hemberî dîlgirtina Abdullah Ocalan şoq ma, beriya niha nêzîkatiyeke wisa bi ti rayedarên siyasî re nehatiye kirin.
Kariana axaftina xwe wiha domand: “Ev 22 sal in ku birêz Abdullah Ocalan di girtîgeha yekhucreyî de ye, nahêlin parêzer û malbat serdana wî bikin, lê tevî ku rewşa tê de dijwar e, dîsa jî moralê xwe parastiye, kar û xebata xwe ya avaker ji bo gelê xwe û Rojhilata Navî jî parastiye.”
‘BERHEMÊN ABDULLAH OCALAN JI RAMYARÊN SIYASÎ RE BÛN ILHAM’
Kariana bal kişand ser berhemên Abdullah Ocalan û ev nirxand kir: “Abdullah Ocalan jî weke gelek serokên cîhanê û rewşenbîrên weke Mandela, derbarê sererastkirina madeyan de gelek nivîsî û dibe ku fikrê wî yê afrîner di girtîgehê de zêdetir pêş xistibe, ji lewra berhemên rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê wî, lê belê ji bo ramyarên siyasî jî bû îlham.”
ELLA GANDHI: OCALAN BERDIN
Neviya Mahatma Gandhi Ella behsa fikirê Abdullah Ocalan kir û banga berdana wî kir.
Ella Gandhi li Başûrê Afrîkiya çalakgereke aştiyê ye û ji sala 1994`an heta 2004`an wek Endama Parlamantoya Başûrê Afrîkiya xebitî, tev li Partiya Kongreya Niştimanî ya Afrîkiya (ANC) bû û di komîteyên parlamantoyê de berpirsa saziyên giştî bû. Ji berhemên wê “Endezyar Gandhi, Salên Başûrê Afrîkiya û Nêrîna Gandhi ya ji aştiyê re.”
Ella di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Di salvegera 22. ya Komploya Navneteweyî ya li dijî birêz Abdullah Ocalan de ez vê peyamê ji kesên ku qedir didin karê ku di pêvajoya salan de kiriye.”
Ella da zanîn ku diyar e ku banga şkandina di navbera zayend û çînan dike ku hiştiye hin kes aliyên din bi kar bînin û tişta ku birêz Abdullah Ocalan digot hê jî girîngiya wê di şkandina van sînoran de ye û ev jî dihêle ku wekhevî di nava civakan de çêbe.
BANGA BERDANA
ABDULLAH OCALAN
Ella banga berdana birêz Abdullah Ocalan kir û wiha got: “Piştî 22 salan ji tecrîdê û di rewşên dijwar de divê her hikumet di berdana Abdullah Ocalan de bifikir e, di rastiyê de em hemû ji bo girtiyekî ku temenê wî zêdetirî 70 salî ye xemgîn in.
ANHA