Rojnameya Ronahî

​​​​​​Emerîka ceza li serokê Heşdî Şe´bî birî

Wezareta Xezîneyê ya Emerîka ceza li serokê Desteya Heşdî Şe´bî Falih El-Feyad birî.

Wezareta Xezîneyê ya Emerîka di daxuyaniyekê de diyar kir ku El-Feyad beşek ji şaneya aloziyê ye ya ku ji fermandarên Heşdî Şe´bî pêk tê ya ku di dawiya sala 2019’an de hat avakirin da ku bi desteka Pasdarên Îranê mudaxeleya xwepêşandanên li Iraqê bike.”

Herwiha da xuyakirin ku endamên hêzên Heşdî Şe´bî yên alîgirên Îranê girtina çalakvanên siyasî yên li Iraqê yên ku banga hilbijartinên azad, hikumeteke paqij û rêzgirtina mafên mirovan dikin, didomînin.