Rojnameya Ronahî

Brett McGurk bû nûnerê Rojhilata Navî û Afrîkaya Bakur

Hat ragihandin ku serokê hilbijartî yê Emerîka Joe Biden, nûnerê berê yê Koalisyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê Brett McGurk bi nûnertiya Rojhilata Navî û Afrîkaya Bakur erkedar kir.

Rojnameya “New York Times” û “CNN” ragihandin ku McGurk di rêveberiya payebilind ya Konseya Ewleyiya Neteweyî ji bo Rojhilata Navî û Afrîkaya Bakur ciyê xwe girt.

McGurk sala 2018’an li dijî biryara Trmup ya vekişandina hêzên Emerîka ji Sûriyê derketibû û ji erkê nûnertiya Emerîka yê di Koalisyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê de istifa kiribû. Herwiha ji rexnegirên êrişên dewleta tirkî  ya dagîrker ên ser bakur û rojhilatê Sûriyê ye.