Nûnerên MSD`ê û nûnerên Wezareta Karê Derve ya Swêdê li ser rola Siwêdê ya xurtkirina jiyana hevbeş li Sûriyê û navbeynkariya di navbera hikumeta Şamê û gelê Sûriyê de li hev kirin.
Piştî civîna şandeya Swêdê bi ENKS`ê re, şande li Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser bi Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) re civiya.
Ji şandeya Swêdê, nûnerê Wezareta Karê Derve ya Swêdê yê taybet ji bo doza Sûriyê Bear Ornius, berpirsê doza mirovî û alîkariyan ê Wezareta Karên Derve ya Swêdê Thomas Marcus û şêwirmenda Peymangeha Aştiyê ya Ewropayê Evîn Çetîn, di civînê de amade bûn.
Ji aliyê MSD`ê ve jî, hevseroka MSD`ê Emîne Omer, seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed, hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSD`ê Cîhad Omer û endamên Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSD`ê Elî Rehmon û Xezne Nebî amade bûn.
Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSD`ê Elî Rehmon got, me ji şandeyê re diyar kir ku em li bendê ne ku Swêd piştgiriya gelê Sûriyê bike û çareseriyeke siyasî bibîne da ku em ji vê karesatê derkevin. Herwiha me xwest ku Swêd di navbera hikumeta Şamê û gelê Sûriyê de navbeynkariyê bike.”