Ahmet AKTAŞ
Ji nişka ve Libya ket rojeva raya giştî ya cîhanê.
Erê ji mêj ve li Libyayê aloziyek mezin heye. Piştî êrîşa xedar a li ser Qeddafî û ketina wî, kaos û krîzê dest pê kir.
Lê wisa diyar dibe ku ew dewletên ku dixwestin para xwe ya mezin ji vê talanê bigirin negirtin. Ev kêşeya navbera dewletên destêwerdankar, ji ber ku çareser nebû, niha bêhtir mezin bûye.
Mezinbûn û grrbûna vê kêşeyê ya niha, mirov bêje bi destwerdana R.Erdogan ra dest pê kir, dibe ku ne şaş be.
Li gorî nêrîna min, ne bi tenê çûna R.Erdogan a Libyayê, destwerdan û êrîşên wî yên hemû deverê; yên Rojava-Suriyeyê, yên Herêmên Parastina Medyayê-Qendilê, yên Mexmûr û Şingalê û hwd. bi giştî, di çarçoveya projeya DYA dayî destê wî de pêk tên. Zemanekî bi navê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn dihat binavkirin û naskirin. Dibe ku niha nav hatibe jibîrkirin, lê naverok û pêşengê wê R.T.Erdogan her li ser kar e!
Hadê em têdigihin, wan gotinên li ser sedemên êrîşkariyên wî yên li ser Kurdistanê û derdorên wê dibêje; ji ber ku PKK li wir e(!), ê baş e ma li Libyayê jî PKK heye?
Nexêr, eger êrîşên wî yên li ser cihên din ne yekser bi DYA ve girêdayî be (an jî bi dizî be) jî, lê çûna wî ya Libyayê, yekser bi DYA ve girêdayî ye û wan şand destewerdana Libyayê.
Ji ber ku dîtin Rusya bi rêya Wagner û hwd. ve destê xwe li Libyayê xurt dike, rabûn R.T.Erdoganê xwe peywirdar kirin û şandin ser kar!
Bêguman vê bûyerê rojev gur û germ kir. Sîsî û Macron jî ketin ser dika bazara Libyayê. Her çû berfirehtir bû bazarvan/bazirgan. Yunanistan, Italya, Qibris, Israil û hema hemû dewletên Ereb daketin bazara erasê!
Hilbet ev pirsgrêka Libyayê ne ji ya Başûr-Iraqê û Rojava-Sûriyeyê qut e an cuda ye. Hemû bi hev girêdayine û aktorên sereke jî heman dewlet û heman hêz in.
Ji ber ku Macron, xwe û Ewrupa û NATO rexne kir ji bo alîkariya Kurdan nekirine li Rojava, DYA hema bi lez kete nava liv û tevgêrê. Ji alîkî ve ji bo Kurdan bêhtir bikişine cem xwe dest bi piştgriya xebata YEKRÊZIYA kurdan kir. Ji aliyê din ve destûr da dewleta faşîst û dagirker a AKP-MHP’ê, ji bo êrîşî Başûr û Rojava bike.
Herkes dibêjin, “ma gelo ev çiye, ma ev ne nakoke; ji alîkî ve tu PKK û PDK’ê tîne cem hev ji bo lihevhatinê, ji aliyê din ve tu dewleta Tirk û PDK’ê bi hevre dişîne ser PKK’ê û zemînê şerê PDK-PKK’ê xweş dikî”?
Nuha Elmanya daketiye bazarê û li gel Italya û Rusyayê ve, bi lezgînî dixwaze şer li Libyayê rawestîne û agirbest were çêkirin. Berî du hefteyen Merkel jî bi rêya telefonê li gel Putin û Receb axivîbû, ji bo agirbesta Libyayê.
Dibe ku agirbest pêk bê û dewleta Tirkan ji Libyayê vegere. Wê wextê guman xurt dibe ku wê giraniyê bide ser Rojava-Suriyeyê û Başûr-Iraqê. Ew êrîşên wan ên hovane yên li ser gelê me yên vê dawiyê, dibe ku nîşanên vê bin. Ji ber wê divê her kes ji vê re amade be!
Lê ji ber ku dewleta R.Erdogan, him li derve û him li hundir gelek tengav bûye, ev êrîşên vê dawiyê weke nîşanên dema têkçûna hêzekê jî dide nîşandan. Ji ber ku gelek bi bêaqilî û bêexlaqî êrîş dike. Ev êrîş nikarin têkçûna wî bidin rawestandin, her hildiweşe. Belê divê têkoşîn jî xurtrir were kirin.