Navenda Tenduristiyê ya bajarokê Til Bêder ê girêdayî kantona Hesekê, xizmeta tenduristiyê ji 39 gundan re pêşkêş dike. Lê pêwîstiya navendê bi ambûlans û zêdekirina jimara xebatkarên tenduristiyê heye.
Gerînendetiya Tenduristiyê li ser daxwaza şêniyên bajarokê Til Bêder ê girêdayî kantona Hesekê, di 30’ê Îlona 2019’an de navendeke tenduristiyê li bajarok vekir.
Navend nexweşên 39 gundên girêdayî bajarok pêşwazî dike. Tê de dermanxane, beşa jinan, hundirîn, zarok, bedxwarin, dermankirina birînên biçûk û lezgîn hene.
Li gel belavbûna Koronavîrusê (Covid-19) li cîhanê Rêveberiya Xweser bi koordîneya Heyva Sor a Kurd girîngî da warê tenduristiyê û gelek navend amade kirin û alîkarî ji navendên tenduristiyê yên di nav gundan de pêşkêş kirin. Ji ber ku êdî şênî ji bo dermankirinê nikarin biçin bajaran.
Tevahiya nexweşxane û navendên tenduristiyê yên bajarê Hesekê navendên karantînayê amade kirin. Ji wan yek jî navenda Til Bêder a ku bi 35 km li bakurê bajarê Hesekê ye.