Lîloz Hisên/Qamişlo
Li bajarê Reims ê Fransayê bi pêşengiya ciwanên Kurd ên Fransa (Ciwanên Kurdistanî yên Fransa-CKF) û Komeleya Arîn Mîrkan 3’yemîn Festîvala Ciwan û Çandê ya Hozan Serhad hate lidarxistin.
Di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” de 22’yê Pûşperê roja Yekşemê 3’yemîn Festîvala Ciwan û Çandê ya Hozan Serhad li Fransayê hate li dar xistin. Di festîvalê de ji gelek welatên Ewropayê bi hezaran kes beşdarî festîvalê bûn.
Festîvala yekemîn
Di 4’ê Pûşberê sala 2023’an bi navê şehîd Nûman Amed hate li dar xistin, hunermend Cûmerd, Farqîn Azad û bi tevlîbûna bi hezaran ji weltparêzên kurd, ev festîval roekê dewam kir.
Festîvala duyemîn
9’ê Pûşberê sala 2024’an bi navê şehîd Çiyager Hêvî hate li dar xistin, bi tevlîbûna hunermenên weke Hozan Kawa herwiha bi beşdarbûna bi hezarên welatiyên kurd û dostên wan bi coşeke mezin tevlî bûn. Festîval rojekê dewam kir.
Festîvala sêyemîn
3’emîn Festîvala Çanda Kurd li bajarê Reims ê Fransayê, bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Arîn Mîrkan û Ciwanên Kurdistanî ên Feransa(CKF) hate li dar xistin.
Festîvala Hozan Serhed a îsal bi cil û bergên netewî, alên YPG, YPJ, YBŞ û flamayên KCK’ê hat xemilandin. Herwiha di qadê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin Jiyan Azadî” hatin hildan.
Di festîvalê de axaftin hatin kirin, bi nave komîteya amadekar Galîp Sonmez axivî; Banga banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo silav kir û bal kişand ser zextên li ser gelê Kurd. Sonmez diyar kir ku dewletên Tirkiye, Îran, Suriye û Iraqê li dijî gelê Kurd dibin yek û destnîşan kir ku divê gel vê pêvajoyê wekî qeder nebîne.
Endamê Komîteya Rêvebir a KCK’ê Zubeyîr Aydar jî di mîhrîcanê de axaftinek kir. Aydar îşaret bi girîngiya têkoşîna jin û ciwanan kir û gotina “Me bi ciwanî destpê kir û em ê bi ciwanî bi ser bixin” a Rêber Apo bi bîr xist. Aydar destnîşan kir ku ev têkoşîn wê bi pêşengiya ciwanan bi ser bikeve.
Di festîvalê de ji bo ku zarok demek xweş derbas bikin, qada lîstokê û bernameyên Kurdî hatin çêkirin.
Di festîvalê de pêşandanên hunermend Şiyar û Dijwar, Şerîf Omerî, Helbest Arî û Dengbêj Xiyasetîn hatin kirin ku berhemên kurdî yê çandî û hunerî hate destnîşan kirin.
Bi tevlîbûneke mezin ya kurdan û dostên wan îsal festîval hate lidarxistin, di heman demê de di pêvajoya aştiyê yak u Rêber Apo raghand, di vê festîvalê de xwedîderketina li pêvajoya Rêber Apo gel nîşan da.






