Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kongra Star Konferansa Hevserokatiyê ya Qamişlo li dar xist

23/06/2025
in NÛÇE
A A
Kongra Star Konferansa Hevserokatiyê ya Qamişlo li dar xist
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Bi armanca bicihkirina sîstema hevserokatiyê û bihêzkirina xebata jinan di hemû saziyan de Kongreya Star Konfreansa Hevserokatiyê li Qamişlo bi amadebûna zêdeyî 300 delegeyî ji hemû saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, rêxistinên jinan, saziyên leşkerî û civakî û hwd, li bajarê Qamişlo li dar xist.

Îro Kongra Star Konferansa Hevserokatiyê li Qamişlo bi beşdariya zêdeyî 300 delegeyî ji saziyên Rêveberiya Xweser, Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgerên Jinan, partiyên siyasî, saziyên leşkerî, rewşenbîrî, civakî û hwd… li Parka Azadî ya Qamişlo lidarxistin.

Ev konferans yek ji rêzekonferansên ku Kongra Star li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dixe, hêjayî bibîrxistinê ye ku berî niha konferans derbarê sîstema hevserokatiyê de li Heleb û Reqayê daye lidarxistin, niha jî li Qamişlo li dar xist û wê di dema pêş de li kantona Firatê û Hesekê li dar bixe.

Di serî de Kongra Star bixêrhatina hemû kesên beşdar kir û li ser dengê sirûda Ey Reqîb ew vexwendin xuleyek rêzgirtinê.

Herwiha belgeya Hevserokatiyê ji hêla Kongra Star ve hate xwendin. Belgeya Hevserokatiyê derbarê dîroka avabûna sîstema hevserokatiyê li ser hîmê Neteweya Demokratîk û bicihkirina wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hem jî xurtikirina asta xebata jin û mêr ya rêxistinî di qada civakî, siyasî, çandî û hwd… bû, ev yek jî ji destpêkirina Şoreşa Rojava heta roja îro.

Paşê rewşa siyasî ya ku herêm tê re derbas dibe hat nirxandin. Di nav rewşa siyasî de mijara çewsandina jinê ji hêla sîstema baviksalariyê û desthilatdariyê ve, hate gotûbêjkirin. Hem jî rewşa şerên ku li Rojhilata Navîn rûdidin, şerê Îsraîl û Hemas, Îsraîl û Libnan, Îran û Îsraîl, rûxandina rêjîma Baas, hatina Hikumeta Veguhêz, Hevpeymana Ibrahîmî. Li hemberî geşedanên siyasî sîstema Neteweya Demokratîk, şêwazê Rêveberiya Xweser û bicihkirina Sîstema Hevserokatiyê li tevahiya Sûriyê.

Di berdewamiya konferansê de deriyê nîqaş û nirxadinên delegeyan hat vekirin. Nîqaşên kesên beşdar jî li ser xebata jinê, çiqasî jinan xwe di warê rêvebirinê de li pêş xistine, çiqasî di sîstema hevserokatiyê de mêr û jin birêkûpêkiyê xebatê didin meşandin, bû. Herwiha astengiyên ku derdikevin himberî jinan ji hêla zihniyet, Hikumeta Veghuhêz a Sûriyê, li aliykî din peydakirina asoyên çareseriyê li hemberî astengiyan.

Piştre nîqaşên delegeyan hatin tomarkirin û konferans bi dawî bû.

  

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.