Xebata Îtifaqa Kurdistanê, têkildarî êrîş û polîtîkayên li dijî nirxên gelê Kurd daxuyanî da û xwest hemû partî, rêxistin, rewşenbir, nûner û rêveberên kurd li nirxên xwe yên neteweyi xwedi derkevin. Îtîfaqê xwest ku nûnerên Kurdan li deskeftiyên gelê xwe yên li Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Bakûr-Rojhilatê Sûriye xwedî derkevin û hêza xwe ji bo Tifaqa Netewî ya ku em dê pêk bînin mezin bikin.
Xebata Îtîfaqa Kurdistanê têkildarî êrîşên li dijî nirx û destkeftiyên Kurdan daxuyanî da. Daxuyaniya Xebata Kurdistanê wiha ye:
“Banga me; ji Gelê me re, Partiyan, Tevgeran, Hilberîneran, Jinan, Ciwanan, Rûspiyan, Seydayan, Rewşenbîr û Hunermendan re ye. Dem dema bicihanîna fermana Ehmedê Xanî, Qazî Mihemed û Seydayê Cîgerxwînan a bi rûhê Yekîtiya Netewî, biçûk kirina cûdahiyan û mezinkirina hevpariyan e! Roj roja, li hemberî metîngerên êrîşên xwe pêk tînin, nifaqê dixe navbera me û cûdahîyên me bi lêkirina benzînê gur dike, pêkanîna Yekîtiya Netewî ye!