14 partî û aliyên siyasî yên Kerkûkê daxwazî kirin ku hêzên li Zînî Wertê hatîn bicihkirin vekişin û xwîna Kurdan bi destê Kurdan neyê rijandin. Herwiha xwestin Kerkûk ji êrîşên DAIŞ’ê were parastin.
Roja Çarşemê “Partiya Demokrata Kurdistanê” (PDK) jî di nav de 14 partiyên li Kerkûkê li ser asta pêwendiyan bi riya enternetê bi vîdyo civînek pêk anîn.
Derbarê naveroka civînê de, endamê Desteya Pêwendiyan ê Tevgara Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgaza Azadî) yê herêma Kerkûkê Eskender Selîm got: ”Derbarê rewşa ku niha li başûrê Kurdistanê heye, bi pêşengiya Tevgera Azadî, partî û aliyên siyasî bi rêya enternetê li ser asta peywendiyan partiyên Kerkûkê civiyan. Hemû partî li ser naveroka civînê hemfikir bûn. Di civînê de hate xwestin ku di nava aliyan de aramî pêk were û dawî li şerê ragihandinê yê di navbera aliyan de were. Rê neyê dayîn ku xwîna Kurdan bi destê Kurdan were rijandin. Ji ber ku dikeve ximzeta dijmin.”
Têkildarî naveroka civînê, Eskender Selîm herî dawî got: “Civîn bi lihevkirina li ser çend xalan bi dawî bû. Partiyan westin ku ew hêzên li Zînî Wertê bi cih bûne vekişin û parastina herêmê bidin destê xelkê herêmê. Di xalek din a civînê de daxwaz hate kirin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Iraqê hemaheng be, li ser wan êrişên ku çeteyên DAIŞ’ê dîtin li ser Kerkûkê û parastina wê.”