Li cîhanê heta niha ser 180 hezar kesî re ji ber koronayê mirine. Desthilatdariya AKP û MHP’ê jî daneyan vedişêre û dest datîne ser alîkariyên HDP’ê.
Li gorî Zanîngeha Johns Hopkînsê li cîhanê di nexweşiya Covîd-19’ê de 2 milyon û 578 hezar kes nexweş ketine û ser 180 hezar kesî re jî mirine.
Tê diyarkirin ku herî zêde li DYE, Îspanya, Îtalya û Fransayê mirov ji ber şewba Koronavîrusê nexweş ketine û mirine.
TIRKIYE
Desthilatrdariya AKP û MHP’ê diyar kir ku li Tirkiyeyê 95 hezar aû 591 kes nexweş ketine û hejmara miriyan jî bûye 2259. Lê cihan dizane ku Tirkiye daneyan vedişêre û hejmarên rast nabêje. Li Tirkiyeyê piştî 23’ê Nîsanê wê 4 rojan qedexeya derketina derve were kirin.
DEST DANÎN SER ALÎKARIYÊN HDP’Ê
HDP û mûxalefeta civakî xebatên xwe yên hevgirtinê didomîne, desthilatdariya AKP û MHP’ê jî xebatan asteng dike.
Bi hinceta ku kolîyên alîkariyê belav kirine 2 endamên HDP’ê hatibûn destgîrkirin û piştre hatin berdan. Polîsan dest danîn ser 50 kolîyên alîkariyê û diyar kir ku ji xeynî Koma Piştgiriya Civakî ya Vefayê nabe ku kes alîkariyê belav bike.
Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk jî diyar kirin ku ji 1’ê Nîsanê heta niha 14 bijîşk û 24 xebatkarên tendirustiyê ji ber koronavîrusê mirine û 3474 kes jî ji ber koronayê nexweş ketine.