Îranê ragihand ku peyka yeke ya leşkerî ya bi navê ‘Nûr’ bi serkeftî şandiye fezayê.
Li gorî ajansa Sepahnewsê Îranê peyka bi navê “Nûr” şandiye fezayê. Hat ragihandin ku peyk ji çola Markazî hatiye şandin.
Rêveberiya DYA’yê jî diyar dike ku Tehran bi rêya şandina peykê dixwaze hêza xwe ya li qada fûzeyên balîstîk biceribîne.
Artêşa Pasdaran a Îranê jî ragihand ku peyk bi 425 kîlometreyî li dora dinyayê bi cih bûye.
Îranê gelek caran hewl da peykê bişîne, lê her carê bi ser neket. Herî dawî di meha Sibatê de peyka bi navê ‘Zafer 1’ şandibû, lê serkeftî nebû.