Tuesday, June 24, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rojnamevanên Kurdistanî ji bo Zînî Wertê bang kirin

24/04/2020
in Uncategorized
A A
Rojnamevanên Kurdistanî ji bo Zînî Wertê bang kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Rojnamevanên Kurdistanî têkildarî bûyea li herêma Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar weşandin.
272 rojnamevanan mohra xwe danî binê daxuyaniya hevpar. Daxuyanî wiha ye:
“Tengezariya li herêma Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê rû da, her gavê dibe ku veguhere şerekî nû yê navbera hêzên Kurdan.
Di her şerê birakujiyê de Kurd her tim xisirîne û neyarên Kurdan ji vî şerî sûd wergirtine.
Dewleta Tirk ji roja destpêkê ve çav ber daye destketiyên Kurdan hemûyan. Ji bo ku desketiyên 4 beşên Kurdistanê ji holê rake çi ji destê wê hatiye kiriye.
Operasyonên dagirkeriyê yên li Rojava; helwesta wê ya dijminane ya li hember Referandûma Serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê; li Bakûrê Kurdistanê jî şewitandina însanan bi rengekî zindî li jêrzemînan û operasyon û girtinên ku heya niha jî didomin, çend ji mînakên li ber çavan e.
Dewleta Tirk bi hêzên xwe yên leşkerî û sîxûrî li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê bi cih bûye û hewldanên xwe yên ku ji bo di navbera Kurdan de şerekî bide destpêkirin didomîne.
Eger hêzên Kurd barê dewleta Tirk û dewletên din ên kolonyalîst siviktir bikin, divê were zanîn ku wê Kurd hemû di binê vî barî de bimînin.
Divê demildest ev aloziya ku emnahî û destketiyên 4 beşên Kurdistanê dixe bin xetere, ji holê rabe.
– Divê hemû alî di pêngava pêşî de hêzên xwe yên eskerî ji Zînî Wertê paşve bikşînin.
– Piştre divê hevdîtînên rûberû destpê bikin; pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareserkirin.
– Tê zanîn ku destketiyên hêzên siyasî yên gelê Kurd ên herêmî hin caran wan neçar dihêlin bi dewletên kolonyalîst re jî bikevin nava diyalogê. Li gelê vê yekê jî, divê ev diyalog ne li dijî hêzên siyasî yên beşekî din û destketiyên wan û gelê Kurd bin.
– Ji bo ku di siberojê de nakokiyên bi heman rengî careke din rû nedin û pirsgirêk bi awayekî mayînde werin çareserkirin, divê hemû hêzên siyasî xebatên kongreya neteweyî ji nû ve bidin destpêkirin.

Post Views: 35
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kongra Star Konferansa Hevserokatiyê ya Qamişlo li dar xist
NÛÇE

Kongra Star Konferansa Hevserokatiyê ya Qamişlo li dar xist

23/06/2025
Buşra Elî: Yekîtiya Jina li Rojhilata Navîn şoreşa Demokratîk lidar dixe
JIN

Buşra Elî: Yekîtiya Jina li Rojhilata Navîn şoreşa Demokratîk lidar dixe

23/06/2025
3’emîn Konferansa Platforma Yekîtiya Jinên Kurd li Amedê li dar ket
JIN

3’emîn Konferansa Platforma Yekîtiya Jinên Kurd li Amedê li dar ket

23/06/2025
Pêşbirka “Nivîskarên Pêşerojê” ya zarokan
ÇAND Û HUNER

Pêşbirka “Nivîskarên Pêşerojê” ya zarokan

23/06/2025
‘Em ê serdana Zanîngeha Rojava, Kobanê û Şerq bikin’
ÇAND Û HUNER

‘Em ê serdana Zanîngeha Rojava, Kobanê û Şerq bikin’

22/06/2025
 Armanca Komkujiya Helincê têkbirina vîna jina azad bû
JIN

 Armanca Komkujiya Helincê têkbirina vîna jina azad bû

22/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.