Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyekê kuştina jinan û kiryarên dewleta Tirk a dagşrker şermezar kirin.
Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê kiryarên dewleta Tirk a dagirker li hember jinan û êrişên li ser xaka Rojava û Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl ve li Qada Jina Azad hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Ji serê sala 2017’an heya roja îro êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bi rengekî hovane bê navber berdewam dikin. Ji kuştin, talan, wêranî, tecawiz û guhertina demografiyê bi her rengî êrişî ser welatî û sivîlan dikin. Bi taybet sivîlên ku li Efrînê mayî rojane bi lêdan, revandin, tecawiz û kuştinê re rû bi rû dimînin, mînakên vê yekê li Girê Spî, Serêkaniyê û Şehbayê jî hatin tên dîtin. A niha dîsa careke din pîrejina bi navê Fatme ku ji Efrînê ye, li ser destê dewleta Tirk bi rengekî hovane hate kuştin. Wekî wê bi hezaran kes bi van rêbazan têne kuştin û ev kiryar hîna jî didomin. Weke tê zanîn em di demeke gelekî nazik û hesas re derbas dibin.
´DEWLETA TİRK DIJMINATIYA JINAN DIKE´
Di vî demîde hemû cîhan bi nexweşiya koronare di nava têkoşînê deye û heya niha tu çareserî ji vê virusêre nahatiye dîtin. Di vê dema nazik de jî em weke gelê herêmê carek din bi êriş û hovîtiya dewleta Tirk re rû bi rû dimînin, di encama van kiriyarên hovanede li Efrînê jina bi navê Fatme ya bê suc ji milê çeteyên dewleta Tirk ve bi rengekî hovane û derveyî mirovahî hate qetilkirin. Ev kiriyarên bi vê şêwayê heroj li herêmên ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk dene tên jiyîn û jiyana gelên li wan herêman di bin sîha mirinê de didome. Bi salane ku deleta Tirk xaka Başurê Kurdistanê dagir dike, di vê demê de jî hewildide bi avakirina bergehên leşkerî Zîne Wertê dagirbike û bê navber êrişî wergeha şehîd Rustem Cûdî dike, di encama êrişa 15’ê Nîsanê de jî sê jinên ciwan li wergehê jiyana xwe ji dest dan.
me ji bo Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê heye ku pêwîstiyên tenduristî derbasî wergeha Mexmûrê bikin, ji ber ku jiyana gelê Mexmûrê di xeteriyê de ye.
Di dawiyê de em bang li hemû gelên cîhanê yên azadîxwaz dikin ku xwedî li mafên mirovan û jinan derkevin. Em hemû bibin yek û li dijî her cure dagirkeriyê tê bikoşin.”