Jinên gundê Maşoqê derbarê jiyan û hevgirtina di gundê xwe de anîn ziman û gotin, heta dawî emê bi gundê xwe ve girêdayî bin. Lewre gundê me vegera eşqa axê ye, hezkirina mirovan û hevgirtinê ye. Em di vê jiyanê de pir westiyan, lê tama xweşbûna wan rojan hebû. Emê li gundê xwe bin û heta ku em bijîn emê jê hezê bikin.”
Li Rojavayê Kurdistanê her ku demsala biharê tê, gundên wê bi xweşikbûna erd û kulîlkan dixemile. Li gundan tevgereke cuda heye mirov tê de bi xweza û rehetiyê re dijîn, her wekî din hevgirtin û hezkirina di navbera şêniyên gundan de pir qayim e. Mînaka wê jî gundê Maşoq yê ku15 km li bakurê navçeya Tirbespiyê ye. Jimara şêniyên gund nêzî 147 malbatî ye. Gundê Maşoq navê xwe ji çîrokên evîndara girtiye û weke ku tê gotin du aşiq li ser erdê wê gihane hev û navê wê ji hingê ve Maşoq e. Gundê Maşoqê bi bilindbûna gir û dirêjiya kaniyên xwe tê nasîn. Gundekî bi xwezaya xwe pir xweş e û bi dilnizmiya şêniyên xwe watedar e. Di gundê Maşoqê de du kanî hene kaniya jin û kaniya mêran jê re dibêjin. Her wiha piraniya malên wê ji kevirên reş û kelpîçan hatine lêkirin, heya niha bi wê xweşikbûna xwe maye. Jinên gundê Maşoqê derbarê jiyan û hevgirtina di gundê xwe de axivîn û çîrokên xwe yên jiyanî ji me re parve kirin.
Dayika bi navê Şemsa Hecî Mehmûd li ser jiyana xwe ya di gund de axivî û wiha got: “Ez li gundê Maşoqê hatime dinê. Niha temenê min 74 e. Min jiyaneke pir xweş di vî gundî de derbas kiriye. Dema em zarok bûn, dayikên me digotin yên ku li gundan dijîn weke ku ji xwe re buhiştek li ser erdê heye. Me watedariya wan axaftinan fêm nedikir. Heta ku em mezin bûn. Gundê me pir xweş e, hewaya wê paqij e, kaniyên wê zelal in û axa me jî dewlemend e. Di nava vê jiyanê de me nexwestiye em rojekê ji vî gundî derkevin. Her xweşiya ku mirov lê bigere di vir de heye. Dibe nifşên niha ne di ferqa qîmeta vê yekê de bin. Jiyana li gundan vegera eşqa axê ye, hezkirina mirova ye û hevgirtinê ye.”