Cemal Şêx Baqî got, “Dewleta Tirk bi hevkariya hinek aliyên başûrê Kurdistanê hewl dide çiyayên Kurdistanê dorpêç bike û tevahiya rêyên wê qut bike. Êrîşa ser wargeha Mexmûr destpêka komployek nû li dijî gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê ye.”
Sekreterê giştî yê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Cemal Şêx Baqî, girêdayî hedefgirtina balafirên şer ên Tirkiyê wargeha Mexmûr (Rustem Cûdî), li gel bêdengiya hikumeta başûrê Kurdistanê ji ANHA’yê re axivî.
Şêx Baqî di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya ku bi navê wargeha Mexmur tê naskirin, ji bo du aliyan wek sembolek tê nasîn. Aliyek hewl dide vê wargehê ji holê rake û li aliyê din jî berxwedaneke mezin heye. Wargeha Mexmûrê dema dewleta Tirk bi top û tankan êrişî bakurê Kurdistanê kir, hate avakirin. Di wê demê de şêniyên bakurê Kurdistanê ber bi başûr ve koçber bûn da ku xwe ji êrişên Tirk biparêzin. UN ew wargeh ji penaberên Kurd ên ku ji zluma dewleta Tirk revîne re diyar kir.”
Şêx Baqî di berdewama gotinên xwe de wiha axivî: “Dewleta Tirk hertim hewl dide êrişî wargehê bike, ji ber ku wê wek sembola berxwedana gelê bakurê Kurdistanê dihesbîne. Êrişa dawîn jî girêdayî heman warî ye. Mixabin di encama berjewendiyên teng ên hinek aliyên başûrê Kurdistanê de, ew alî derbasî nav planên Tirkiyê bûn û li dijî gelê xwe li wargeha Mexmur xizmeta Tirkiyê dikin.”
Girêdayî helwesta hikumetên Iraqê û başûrê Kurdistanê ji êrişên Tirkiyê Şêx Baqî got, “Balafirên Tirkiyê penaberên sivîl di nava kampê de bombebaran kirin. Di encamê de hejmarek ji wan şehîd bûn. Diviyabû hikumeta Iraq û başûrê Kurdistanê bertekek cidî nîşan bidana lê mixabin ti deng ji wan derneket.