Sunday, June 22, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rastî eşkere dibe..”Pêşmergeyên Roj” li Zînî Wertê çi dikin?

20/04/2020
in Uncategorized
A A
Rastî eşkere dibe..”Pêşmergeyên Roj” li Zînî Wertê çi dikin?
Share on FacebookShare on Twitter

Ji bo parastina gelê Kurd “Pêşmerge hatin” ev durişmên bi vî awayî li ser dîwarên bajarê Dêrikê hatin xêzkirin. Lê rastiya wan roj bi roj eşkere dibe. Piştî êrîşên ser Xanesorê, ev koma behsa mijarê êdî ber bi Qendîlê ve diçe da ku bi riya hin partiyên li Başurê Kurdistanê planên Tirkiyê pêk bînin.

Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve gelek axaftin li ser “Pêşmergeyên Roj” dihatin kirin. Herwiha hin serokên partiyên siyasî yên li Rojava li ser ekranan derdiketin û îdia dikirin ku ev hêz ji bo parastina gelê Kurd ê Rojava hatiye avakirin. Lê kesên ku ev axaftin dikirin dawî di kampên penamberan ên Ewropayê de derketin. Ev kom tevî ku gelekî nêzî Şingalê bû, Kurdên Êzîdî ji êrîşên qirkirinê yên DAIŞ‘ê neparastin.
Niha jî bi derketina aloziya li herêma Zînî Wertê ya li Başûrê Kurdistanê re, careke din navê vê koma çekdar ket rojevê. Herî dawî di sala 2017‘an de dema êrîşên Kurdên li ser navçeya Xanesorê ya Şingalê kiribû, derketibû pêş. Gelo ev koma çekdar kî ne, girêdayî kê ye, armancên wê çi ne û çi bi serê gelê Kurd anî ne?
DAMEZIRANDINA “PÊŞMERGEYÊN ROJ”
Koma çekdar a ku navê qaşo Pêşmergeyên Roj li xwe dike, li ser daxwaziya serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî ku wê demê serokê herêma Başûrê Kurdistanê bû, hat avakirin.
Ev kom ji xelkên Rojava yên ku bi destpêka şoreşa Sûriyê re penaberî Başurê Kurdistanê bûn, pêk tê. PDK‘ê ji bo pêkanîna plan û armancên xwe yên li Rojava penaber bi çek kirin.
Endamên komê perwerdeyên leşkerî ji aliyê pisporên MİT (Milli Istıhbarat Teşkilatı) ve li baregehên xwe yên li herêma Başûrê Kurdistanê ve dîtin û navê “Pêşmergeyên Roj an jî Leşkerên Roj” li wan kirin. Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku beşek ji Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyê ye ku navenda wê li Stenbolê ye piştgirî da vê komê. Wezareta Pêşmerge ya li herêma Başûrê Kurdistanê îdia dike ku ev kom ne girêdayî wê ye. Lê di rastiyê de girêdayê hêzên Zêrevan ên girêdayî Wezareta Pêşmergeyan in.
Koma çekdar ji 3 tûgayan pêk tê. Hejmara wan tam nayê zanîn, lê li gorî hin ragihandinan derdora 3 hezar kes in. Tê gotin piraniya endamên “Pêşmergeyên Roj” welatiyên Rojava ne, yên ku ji hêzên hikûmeta Sûriyê vekişiyane û penaberî Başûrê Kurdistanê bûne.
Koma çekdar a behsa mijarê li herêmên sînorê bi Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, herî zêde li herêma Eyn Iweyiz bi cih bûne.
SEROKWEZÎRÊ TIRKIYÊ SERDANA WAN DIKE
Di 22‘yê Mijdara 2014‘an de serokwezîrê Tirkiyê yê wê demê Ehmed Davutoglu li baregeheke wan a perwerdeyê ya li başûrê Kurdistanê serdana “Pêşmergeyên Roj” kir. Wê demê Davutoglu ji aliyê efserên MİT’ê û yên Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.
Davutoglu derçûna beşa yekem a vê koma çekdar li baregeha Diyana ya li Başûrê Kurdistanê bi rêve bir. Malpera “ HABERLER.COM” û Ajansa DHA‘yê weşandibû. Ev yek dide diyarkirin û îsbat dike ku ev kom girêdayî kijan aliyan in.
Tirkiye hewl dide êrişî çiyayê Qendîlê bike, hewl dide hêzên PDK an “Pêşmerteyên Roj” di vê plana xwe de bi kar bîne. Da ku Kurdan li hemberî hev rake û destkeftiyên li Rojava û Başûr têk bibe.
Pirsa ku dimîne ev e; Dê PDK an “Pêşmergeyên Roj” di pêkanîna planên Tirkiyê de dewam bikin, an dê berjewendiyên Kurdî yên giştî di ser berjewendiyên partiyekî yên teng de bigire?

Post Views: 33
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (2)
NÛÇE

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (2)

21/06/2025
Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
JIN

Wê hevsengiya jiyanê çawa were avakirin?

21/06/2025
Roz û Rojîn mijarên jin û civakê di tabloyên xwe de xêz dikin
ÇAND Û HUNER

Roz û Rojîn mijarên jin û civakê di tabloyên xwe de xêz dikin

21/06/2025
‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’
NÛÇE

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’

20/06/2025
20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî
ROJEV

20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî

20/06/2025
9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.