Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed civaka navneteweyî rexne kir ji ber ku di vê rewşê de li gel belavbûna Koronavîrusê desteka tenduristî ya pêwîst ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re pêşkêş nekiriye. Îlham got hikumeta Sûriyê bi Rêveberiya Xweser re li dijî Koronavîrusê hevkariyê nake, eger vîrus li herêmê belav bibe wê berpirsyarî ya hikumeta Sûriyê be.
Digel ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelek dewletên din bi hewcedariya amûrên tenduristiyê yên têkildarî Koronavîrusê (Covid-19) ne, piraniya aliyan di serî de Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) dualîbûnê bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dide û distîne, bi hinceta ku ew bi hikumetan re têkiliyan ava dike. Di heman demê de alîkarî û amûrên tenduristî dişîne herêmên di bin kontrola artêşa Tirk a dagirker de li Sûriyê.
Îlham Ehmed, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Mixabin herêmên Rêveberiya Xweser ji tevahiya cureyên desteka mirovî mehrûm in. WHO li herêmê heye. Bi saziyên Rêveberiya Xweser re dide û distîne. Lê desteka ku ji herêmê re tê pêşkêşkirin besît e. Tê zanîn ku mîna van rêxistinan bi awayekî fermî bi hikumetên navendî re peywendiyan ava dikin. Biryarên van hikumetan di ber çavan re derbas dikin. Em dibînin ku ev mekanîzmaya kar ne rast e. Ji ber ku hikumeta Sûriyê heta niha bi awayekî neyînî bi mijara opozîsyonê û demokrasiyê re da û stand. Heta niha jî li ser mijara navendîbûnê bi israr e. Her wiha li ser tevahiya rêbazên ku li dijî opozîsyonê bi kar tîne, bi israr e. Lewra ne rast e ku ev rêxistin tenê bi rêya hikumetên fermî bide û bistîne.”
Îlham Ehmed got, em dizanin ku WHO ji Rêveberiya Xweser re amûrên keşfkirina nexweşiya Koronavîrusê diyar kirine, lê heta niha nedane. Hejmarek ji wan amûran ji hikumeta Sûriyê re pêşkêş kirine. Her wiha destek ji herêmên komên din re jî pêşkêş kir. Ev wek biryareke siyasî tê hesibandin. Divê rewşên mirovî yan jî warê mirovî neyê ramyarîkirin. Her wiha cihê rexnê ye. Divê NY û WHO li biryarên xwe vegerin da ku vê mijarê derbas bikin.
Îlham Ehmed da zanîn ku rojane têkiliyên wan bi Koalîsyona Navneteweyî re hene û got, em her tim ji wan dixwazin destekê pêşkêş bikin. Heta niha tu cureyên alîkariyên tenduristî yên taybet li dijî Koronavîrusê ji hêla wê ve nehatine pêşkêşkirin. Herî kêm divê amûrên keşfkirina nexweşên vê vîrusê pêşkêş bike. Ji ber ku ger nexweşî li herêmê belav bû, wê bibe sedama karesateke mezin. Divê em van xetereyan derbas bikin. Lewra em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku bilez derfetên pêwîst ji herêmê re pêşkêş bikin.
Derbarê Rûsya de jî Îlham Ehmed wiha got; Rûsyayê jî heta niha tiştek pêşkêş nekiriye. Tevahiya alîkariyan ger hebin tenê bi rêya WHO’yê ji herêmên Sûriyê re têne pêşkêşkirin. Aliyê Rûsyayê berpisê vê mijarê ye. bi taybet li herêmên ku hêzên wê tê de belav dibin. Tê zanîn ku hêzên leşkerî herî zêde rastî mîna vê pandemiyê tên. Têkiliyên hêzên Rûsyayê bi hêzên rejîmê û Îranê re hene. Yanî xetereyeke mezin heye ku ew pandemî bi rêya hêzên Rûsyayê û rejîma Sûriyê derbasî herêmê bibe. Lewra divê hikumeta Sûriyê vê mijarê di ber çavan re derbas bike. Tiştên jê tên xwestin pêşkêş bike heta ku herêmê ji xetereya vê pandemiyê xilas bike.