Sunday, June 22, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dewleta Tirk hêza xwe ya leşkerî li Başûrê Kurdistanê zêde kir

17/04/2020
in Uncategorized
A A
Dewleta Tirk hêza xwe ya leşkerî li Başûrê Kurdistanê zêde kir
Share on FacebookShare on Twitter

Dewleta Tirk a dagîrker, hêza xwe ya leşkerî ya li baregehên xwe yên li Başûrê Kurdistanê rojên dawî zêdetir kir.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatîn girtin, rejîma Tirk hêzeke nû ya leşkerî li baregehên xwe yên li Başûrê Kurdistanê zêde kiriye.

Heman çavkaniyan diyar kir, jimara leşkerên li baregeh, kozik û çeperên li herêmê hatine zêdekirin.

Dewleta Tirk a dagîrker 15’ê Nîsanê êrîşa hewayî bir ser qada Zînî Wertê û kampa penaberan a Mexmûrê. Li Mexmûrê 3 jin şehîd bûn.

Li gel liv û tevgera leşkerî ya dewleta Tirk, balkêş e ku PDK jî hêzên xwe yên pêşmergeyan li Zînî Wertê bi cih dike.

Gundê Zînî Wertê yê li herêma Qendîlê yek ji qadên di bin kontrola YNK’ê de ye.

BAREGEH ZÊDE DIBIN, DAGIRKERÎ BERBELAV DIBE

Dewleta Tirk bi taybetî salên dawî giranî da polîtîkayên dagîrkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê. Dagîrkeriya Tirk hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê siyasî û aborî ve ji her demê pirtir eşkere bû.

Ji salên 1990’î û vir ve li herêmê baregehên leşkerî yên Tirk hene. Di dema rejîma AKP’ê de hem hejmara baregehan zêde bû hem jî li qadeke berfirehtir belav bû.

Baregeha destpêkê di sala 1994’an de li Selahaddînê ava kirin ku bi 25 kîlometreyan dûrî Hewlêrê ye. Ji hingî ve herî kêm 15 baregehên leşkerî yên Tirk hatin avakirin. Tevî vê yekê Rêxistina Îstîxbarata Tirk (MÎT) ji her demê bêhtir li herêmê çalak bû û gelek binesaziyên xwe ava kir.

Ji sala 2018’an ve qadên nû dagir dike. Li herêma Bradostê zêdeyî 20 nuqteyên nû ji aliyê Tirkan ve hatine dagirkirin.

 

Post Views: 104
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (2)
NÛÇE

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (2)

21/06/2025
Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
JIN

Wê hevsengiya jiyanê çawa were avakirin?

21/06/2025
Roz û Rojîn mijarên jin û civakê di tabloyên xwe de xêz dikin
ÇAND Û HUNER

Roz û Rojîn mijarên jin û civakê di tabloyên xwe de xêz dikin

21/06/2025
‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’
NÛÇE

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’

20/06/2025
20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî
ROJEV

20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî

20/06/2025
9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.