Gerînendetiya Tenduristiyê bi hevkariya Heyva Sor a Kurd navendeke tenduristiyê li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê vekir. Navend dê bê pere bikeve xizmeta şêniyan.
Ji ber rewşa qedexeya derketina derve û girtina piraniya navendên tenduristiyê yên taybet li bajarê Hesekê û ji bo parastina tenduristiya giştî, Gerînendetiya Tenduristiyê bi hevkariya Heyva Sor a Kurd îro ji bo pêşwazkirina rewşên awarte, navendeke tenduristiyê vekir.
Di navendê de beşên nexweşiyên hundirîn, zarok, jinan, radyolojî û dermanxaneyek ku derman bê pere dide, hene. Dê kadroyên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê li navendê bixebitin.
Rêveberê navenda tenduristiyê bijîşk Îbrahîm Ferhan diyar kir ku li gel metirsiyên belavbûna Koronavîrusê armanc ji vekirina navenda tenduristiyê, pêşkêşkirina xizmetên tenduristiyê ji şêniyan re ye û wiha got: “Dê 24 saetan di xizmeta şêniyan de be.”