Darîn SILÊ/Ronahî Qamişlo
Ji ber gemar û qirêjiya li derdora Çemê Ceqceqê, ji 7`ê Nîsana 2020an ve Şaredariya Gel ya Bajarê Qamişlo dest bi paqijirina Çem kiriye.
Çemê Ceqceqê ku çavkaniya wê li bakurê Kurdistanê ye û di nava bajarê Qamişlo re derbas dibe, bi sedan mal û dikan li derdora wê hene.
Ji ber ku ava karêzan û gemara bajarê Nisêbînê û bajarê Qamişlo dikevin serê, bûye çavkaniya gelek nexweşiyan. Bi taybetî di vê dema dawî de piştî belavbûna vîrûsa korona, gemara Çem li ser jiyana welatiyên li derdorê metirsiyeke mezin çedike.
BI DU QONAXAN WÊ ÇEM WERE PAQIJKIRIN
Derbarê mijarê de Hevseroka Ofîsa Bikaranînê ya Şaredariyan ya Bajarê Qamişlo, Mizgîn Hesen, ev agahî dan rojnameya me: “Ji 7`ê meha Nîsanê ve me dest bi pêngava xwe ya baqijkirina Çemê Ceqceqê kiriye. Di plana me de paqijkirina her heft pirên bajêr heye. Xebat ji pira hîzamê dest pê dike. Piştî wê ya mehetê, ya nû, ya şaredariyê, ya Taxa Bişêriyê, Taxa Tey û pira Sîvan hene. Paqijkirina çem ji du qonaxan pêk tê; ya despêkê wê ava çem ji gemar û qirêjiya di navê de were paqijkirin, pişt re emê derdora çem tevê dezenfekte bikin.”
ÇEMÊ CEQCEQÊ BÛYE SEDEMA GELEK NEXWEŞIYAN
Mizgîn Hesen agahiyeke wiha jî da: “Berî mehekê me amadekarî kiribû ku em dest bi paqijkirina çem bikin. Çimkî nêzî şeş salan e çem nehatiye paqijkirin, gemar tê de kom bûye. Berî niha ava çem pir paqij û zelal bû, şêniyên bajêr tê de avjeniyê dikirin.”
Mizgîn axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi hêvî me ku gelê me yê li derdora çem bi me re alîkar be, çimkî ev gemar li ser jiyana wan metirsiyê çêdikê, bi taybetî di van rojên belavbûna nexweşiya korona de.”