Xwediyên patozan ên bajarê Hesekê dest bi sererastkirina patozan kirin. Herwisa bang li aliylên têkildar kirin ku tevgera wan hêsan bikin û bihayê parçeyên guhertinan kêm bikin.
Bi nêzîkbûna mewsima çinînê re, cotkar û xwediyên patozan ên bajarê Hesekê dest bi sererastkirina patozan kirin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, cotkar û xwediyên patozan ji biryara qedexeya derketina derve ya li dijî Koronavîrusê derxistine.
Xwediyên patozan ji bo pêşwazîkirina mewsima çinînê dest bi sererastkirina patozan kirine.
Derbarê zehmetiya sererastkirinê de ya li gel qedexeya derketina derve û peydakirina parçeyên pêwîst, xwediyên patozan ji ANHA‘yê re axivîn û diyar kirin ku ji ber bihabûna parçeyên guhertinê û peydanebûna wan li gel qedexeya derketina derve zehmetiyê dikşînin.
Ubeyd Mecwel Dawûd wiha got: “Dema em diçin parçeyan bikirin xwediyên dikanan kesybaziyê dikin û bi bihayê bilind difroşin me. Lewre bi dolar û euro dihesibînin.”
Ubeyd bang li aliyên têkildar kir ku tevayiya dikanên sînaî vekin û got, ji ber vekirina dikanekê tenê aloziyê çêdibe û dihêle ku xwediyên dikanan bi bihayê parçeyan bilîzin.
Serokê Odeya Pîşesazî ya kantona Hesekê Ebdulrehîm Osman jî bang li xwediyên patozan kir ku, navên kesên bihayê parçeyên patozan bilind dikin, bidin odeyê.