Hediya Yûsif bang li civaka navneteweyî kir ku fişarê li dewleta Tirk bike da ku êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne. Hediya Yûsif diyar kir ku bêjêrka wan a li hemberê êrîşên Tirkiyê berxwedan e.
Di demekê de ku cîhan bi têkoşîna li dijî Koronavîrusê ve mijûl e û banga agirbestê li aliyên Sûriyê hatiye kirin, artêşa Tirk a dagîrker û çeteyên wê êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin.
Derbarê berdewama êrîşên artêşa Tirk a dagîrker û çeteyên girêdayî wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û guhnedana bangewaziya agirbestê endama Koordînasyona Kongreya Star Hediya Yûsif ji ANHA‘yê re axivî.
Hediya Yûsif di destpêka axaftina xwe de tedbîrên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşîgirtina li koronavîrusê girtîn bîr xistin û got, “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina herêmê ji Koronavîrusê bi derfetên kêm ên tenduristiyê tedbîrên pêwîst girtime.”
‘TIRKIYE QANÛNÊN NAVDEWLETÎ BINPÊ DIKE‘
Hediya Yûsif diyar kir ku dewleta Tirk biryarên navdewletî binpê dike û wiha dom da axaftina xwe: “Dewleta Tirk bi êrîşên xwe qanûn û bangewaziyên navdewletî yên rawestandina şer di van mercan de binpê dike, mîna ku berê di gelek munasebatan de binpê kiribûn û bi awayekî rasterast li Lîbya û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şer bi rêve dibe.”
Hediya Yûsif da xuyakirin ku çekên ku di êrîşa ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi kar tên bi çeteyan re nînin, lê belê bi artêşa Tirk a dagirker re hene.
‘ARTÊŞA DAGîRKER YEKSER HERÊMÊN TIJE SIVÎl DIKE HEDEF‘
Hediya Yûsif di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li ser kantona Şehbayê û got, “Artêşa Tirk a dagîrker û çeteyên wê rojane kantona Şehbayê topbaran dike. Di êrîşên dawî de çekên giran hatin bikaranîn ku li cem çeteyan nînin. Artêşa Tirk rasterast herêmên kantona Şehbayê yên tijî sivîl topbaran dike, di encamê de sivîl şehîd û birîndar dibin.”
Hediya Yûsif, diyar kir ku li hemberî van êrîşan erka Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û aliyên têkildar ew e ku helwestekê nîşan bidin ku êrîşên domdar ên Tirkiyê rawestin.
‘TIRKIYÊ HEWL DIDE KORINA DERBASÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ BIKE‘
Endama Koordînasyona Kongreya Star da zanîn ku dewleta Tirk hewl dide Koronavîrusê derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û axaftina xwe wiha domand: “Agahî di destê me de hene dibêjin ku dewleta Tirk kesên gumanên vîrusê li ser wan hene derbasî kantona Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dike.”
Hediya Yûsif da zanîn ku dewleta Tirk qanûnên mafên mirovan derbas dike, helwesteke cidî li hemberî Koronavîrusê nîşan nade, dixwaze vê nexweşiyê ji bo armancên xwe yên li djiî welatiyên Bakurê Kurdistanê û girtiyên siyasî bi kar bîne, serokkomarê Tirkiyê Erdogan li ser welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelemperiya Kurdistanê xeter e.”
Hediya Yûsif, bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî êrîşên Tirkiyê rexne kir û got, bi berdewama bêdengiyê êrîş wê bidome.
Endama Koordînasyona Kongreya Star Hediya Yûsif di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku bijêrka tekane ya li hemberî êrîşên Tirkiyê berxwedan e û got, “Helwesta me berxwedan e, li hemberî van êrîşan emê mafê parastinê bi kar bînin.