Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê êrîşa artêşa Tirk a dagîrker a li ser wargeha penaberan a Mexmûrê (Rustem Cûdî) şermezar kir û bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê kir ku li hemberî êrîşên Tirkiyê helwesteke cidî nîşan bidin.
Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê têkildarî êrîşa hawayî ya artêşa Tirk a dagîrker a li ser wargeha penaberan a Mexmûrê (Rustem Cûdî) ku di encamê de 3 jin şehîd bûbûn, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Partiya Aştiya Demokat a Kurdistanê diyar kir ku êrîşa dewleta Tirk a hovane ya li ser wargeha “Mexmûrê” berdewa sûcên dewleta Tirk e û hewldana ji bo qirkirina gelê Kurd e.
Herwiha hat diyarkirin ku ev êrîş hemwextî aloziya di navbera her du partiyên kurdî yên sereke yên li Başûrê Kurdistanê de pêk hat û got, ev yek dide diyarkirin ku artêşa Tirk ji naokiyên Kurdî-Kurdî sûdê digire da ku nasnemay Kurdî tine bike.