Saturday, June 21, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jinên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin veşartin

17/04/2020
in Uncategorized
A A
Jinên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin veşartin
Share on FacebookShare on Twitter

Di encama êrîşa li hemberî Mexmûrê de 3 jinaan jiyana xwe ji dest da û ji bo 3 jinan merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Nuran Sezgîn axivî û got: “Tevahî mirovahî li hemberê vîrûsê di nava têkoşînê de ye, lê dewleta Tirk û hevkarên wê jî hewl didin ku Kurdan îmha bikin.”
Balafirên Keşfê yên bi çek (SÎHA) ên Tirkiyeyê roja Çarşemê saet nêzî 13:10’’an de Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bombe kir. Di êrîşê de şivanên ku li tenişta Mexmûrê pezên xwe diçêrînin kirin hedef. Di êrîşê de 2 jin dema ji bêriyê dihatin li cihê bûyerê û jinek din jî giran birîndar gihandin nexweşxaneyê lê tevî hemû mudaxeleyan jî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 2 roj in tevgera zêde ya keşfê li ser esmanên Mexmûrê hebûn.
Navên jinên ku jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerakirin. Di êrîşê de Eyşê Ehmed Ferhan, Ezîme Akdogan û Hewa Akdogan jiyana xwe ji dest dan. Şêniyên wargehê bi merasîmek 3 cenazeyên xwe definkirin. Di merasimê de Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Nuran Sezgîn axivî.
Nuran, di merasîmê de diyar kir ku kir ku tevahî mirovahî li hemberê şewba koronayê di nava têkoşînê de ye, lê dewleta Tirk û hevkarên wê jî di nava hewildana îmha û tunekirina gelê Kurd de ne. Nuran, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevahî lêhûrbûyîn û armancê wan li ser tunekirina Gelê Kurd e pêwîste her kes vê yekê baş bizane. Îro sê jinên wê wargehê ji bo debara xwe bi rêvebibin di derdorê wargehê de lawîrên xwe biçêrînin bûn hedefên balafirên arteşa tirk û şehîd ketin.”

‘ARMANC TUNEKİRİNA TEVAHİYA KURDAN E’
Nûran, da zanîn ku ev êrîş tenê ne planên dewlate tirk e û wiha got: “Ger ku îro hikûmeta herêmî, hikûmeta navendî û netewên yekbûyî li hemberê vê yekê bêdeng bin û temaşevanbin wê ev êrîşane bidomin û wê tevahî wargehê tune bikin. Em ev nêzîkatî û bêdengiya wan şermezar dikin. Em baş dizanin ku armanc tunekirina tevahî Kurdan e, ev êriş ji bo her çar perçe têkirin.”
Nuran, di dawiyê de wiha got: “Pêwîstiya me heye em yekitiya xwe leztir avabikin. Li ser vê bingehê em her sê jinên ciwan ên şehîd ketine bibîrtînin û ji malbatê wan re jî sersaxiyê dixwazin.”
Merasîma her sê jinan bi dirûşmeya “Şehîd namirin” dawî bû.

Post Views: 34
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’
NÛÇE

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’

20/06/2025
20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî
ROJEV

20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî

20/06/2025
9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.