Saturday, June 21, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîrên li dijî Koronavîrûsê

13/04/2020
in Uncategorized
A A
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîrên li dijî Koronavîrûsê
Share on FacebookShare on Twitter

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve hê didome. Heta niha li herêmê nexweşên bi vîrûsa Koronayê nehatine tesbîtkirin. Rêveberiya Xweser a ku heta niha desteka ji WHO‘yê negirtiye bi derfetên xwe tedbîrên li dijî vîrûsê didomîne. Lê hikûmeta Sûriyê û Tirkiyê hewl didin vîrûsê derbasî herêmê bikin.

Vîrûsa nû Korona (Covid-19) cara yeke li bajarê Wuhanê yê Çînê 17‘ê Cotmeha 2019‘an de hat dîtin. Destpêkê cîhanê giraniyeke mezin neda têkoşîna li dijî vîrûsê û bi cidiyet mijar negirt dest. Vîrûs di nava kêmtirî mehekê de li seranserê cîhanê belav bû û veguherî “Pandemiya global”.
Heta roja yekşemê li seranserê cîhanê 110 hezar kes bi vîrûsê mirin û li derdora milyon û 800 hezarî jî pê ketin. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ti nexweşên Koronayê nehatine tesbîtkirin.

JI BO VÎRÛS LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DERNEKVE BI LEZ KETIN TEVGERÊ
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo ku vîrûs li herêmê dernekve bi lez ket seferberiyê. Di vê derbarê de heta niha 44 biryar dane û tedbîrên ewleyî û tenduristî zêde kirine.
Rêveberiyê 11‘ê Adarê biryara jimara 15‘an derxist, tê de girtina deriyên sînor ên bi herêmênê rêveberiyê re ragihand.
Rêveberiya Xweser 12‘ê Adarê biryara jimara 23‘yan derxist. Li gorî vê biryarê dibistan û zanîngeh dikevin betlanayê da ku rê li ber kombûnê were girtin. Herwiha navendên perwerdeyê dezenfekte kirin.

ŞANEYA ALOZIYÊ HAT AVAKIRIN
Piştî van her du biryaran, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 14‘ê Adarê bi biryara 27‘an Şaneya Aloziyê bi armanca birêvebirina vê pêvajoyê ava kir.
Di roja 15‘ê Adarê de Rêveberiya Xweser biryara jimara 28‘an da. Di vê biryarê de ragihand ku navend û saziyên rêveberiyê 3 rojan tên girtin, da ku werin dezenfektekirin.
Li gorî birayra jimara 28‘an a 19‘ê Adarê dabû, qedexeya derketina derve li tevayiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat dayîn.

JI BER QEDEXEYA DERKETINÊ DESTEKDAYÎNA WELATIYAN
Ev biryar 23‘ê Adarê pêk hat. Di vê çarçoveyê de tevahî deriyên sînor hatin girtin, çûn û hatina nava bajaran hat rawestandin, derketina derve hat qedexekirin, ji bilî dokanên madeyên xwarinê, firne, nexweşxane, dermanxane û navendên tenduristiyê dikan tev hatin girtin.
Roja 25‘ê Adarê rêveberiyê biryareke din derxist, tê de destûr da ku bûroyên pevguhestina pereyan bûroyên xwe vekin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di biryara jimara 30‘î de, diyar kir ku wê di dema qedexeya derketina derve de madeyên xwarinê pêşkêşî malbatên ku debara xwe ya jiyanî li ser karê xwe yê rojan peyda dikin, bikin.

60 HEZAR ENDAMÊN HÊZÊN EWLEKARIYÊ QEDEXEYA DERKETINÊ DIŞOPÎNIN
Bi armanca ku biryara qedexeya derketina derve baş bi rê ve biçe, Hêzên Ewlekariya Hundir a Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 60 hezar endamên xwe xistin tevgerê. Li gorî Hevserokê Desteya Hundir a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Heco biryara qedexeya derketina derve ji sedî 80 pêk tê.

NAVENDÊN KARANTÎNAYÊ HATIN AMADEKIRIN
Desteya Tenduristiyê ji bo kesên ku ji derve tên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê navendên karantînayê vekirine. Kesên ku ji derveyî tê dê 14 rojan di van navendan de bimînin. Her wiha hin holên dawetan jî veguherî karantînay. Li gorî desteyê heta niha 8 navendên karantînayê hatine amadekirin.
Rêveberiya Xweser di 10‘ê Nîsanê de, piştî ku hêzên hikûmeta Sûriyê leşkerek ku leşkertiya wî bi dawî bibû û gumanê vîrusê li ser wî hebûn derbasî gundê Um El-Hoş ê Şehbayê kir, gund xist karantînayê.

Post Views: 33
ShareTweetPin

Herî Dawî

Roz û Rojîn mijarên jin û civakê di tabloyên xwe de xêz dikin
ÇAND Û HUNER

Roz û Rojîn mijarên jin û civakê di tabloyên xwe de xêz dikin

21/06/2025
‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’
NÛÇE

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’

20/06/2025
20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî
ROJEV

20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî

20/06/2025
9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.