Saturday, June 21, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Girtiyê Kurd Selîmî hat darvekirin

13/04/2020
in Uncategorized
A A
Girtiyê Kurd Selîmî hat darvekirin
Share on FacebookShare on Twitter

Girtiyê Kurd Mistefa Selîmî ji zindana Seqiz bi komek girtî re reviyabû. Pişt re ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Herêma Kuristanê ve hatibûn binçavkirin û wan jî radestî rejîma Îranê kiribûn. Mistefa ji aliyê Îranê ve hat darvekirin.
Girtiyê Kurd Mistefa Selimî 27’ê Adarê bi gelek girtiyên din re ji zindana Seqiz fîrar kiribû û paşê li ser sînorê Başûrê Kurdistanê radestî Îranê hatibû kirin.
Li gorî tevna Mafê Mirovan a Kurdistanê, Mistefa Selîmî roja Înê danê sibê li zindana Seqiz hatiye darvekirin. Heman çavkaniyê ragihand ku cenazeyê Mistefa radestî malbata wî hatiye kirin.
Li gorî tevna Mafê Mirovan a Kurdistanê dema Misetefa Selîmî bi komek girtiyên din re ji zindana Seqiz firar dikin, bi çend kesan re berê xwe dabûn Başûrê Kurdistanê. Lê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Herêma Kurdistanê ve hatibûn binçavkirin û radestî Hikumeta Îranê kiribûn.
Selîmî ji sala 2003’yan ve bi egera pirsgirêkên civakî hatibû girtin û dihat gotin, endamê hizbeke Kurdî ye. Hizba Demokrata Kurdistanê, Hizba Demokrata Kurdistan a Îranê û rêxistina Kurdistanê a Hizba Komînîsta Îranê (Komele) diyar kiribûn ku Mistefa Selîmî ne endamê wan e.
Li gorî çavkaniyeke taybet ku agahî daye Rojnewsê, Selîmî dema bi komek girtî re firar dike, berê xwe dabû sînorê Başûrê Kurdistanê. Lê ji aliyê hêzên Herêma Kurdistanê ve li sînorê navçeya Pênciwên tê binçavkirin û dişînin Rojhilatê Kurdistanê.

Post Views: 39
ShareTweetPin

Herî Dawî

Roz û Rojîn mijarên jin û civakê di tabloyên xwe de xêz dikin
ÇAND Û HUNER

Roz û Rojîn mijarên jin û civakê di tabloyên xwe de xêz dikin

21/06/2025
‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’
NÛÇE

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’

20/06/2025
20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî
ROJEV

20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî

20/06/2025
9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.