Berpirsên balafirgeha Qamişlo yên rejima Sûriyê xebata tîmên tenduristiyê yên ku testa kesên ji Şamê tên re çêdikir, asteng kirin.
Tîmeke tenduristiyê roja Yekşemê piştî nîvro gihîşt balafirgeha Qamişlo ji bo testa keşifkirina vîrûsê Koronayê ji bo kesên ji Şamê hatîn çêke.
Berpirsên balafirgehê ya di deste hikûmeta Sûriyê de xebata tîmê asteng kirin. Ji ber wê endamên tîmê neçar man ji balafirgehê derkevin û testan li benda nêzî balafirgehê temam bike.
Berî çend rojan Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwesta hikûmeta Sûriyê ya revandina kesên ji derve tên û koordînenekirina bi rêveberiyê re rexne kiribû.